‘Roj bi roj dihelin’

  • 14:42 18 Gulan 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Di bin banê Platforma Demokrasî û Kedê de di derbarê grevên birçîbûnê yên ku ji bo  rakirina tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan  li ber avahiya KESK’ê daxûyaniyê da. Parlamentera HDP’ê  ya Mêrdînê Ebru Gunay a ku axaftin kir ev tişt got: “Niha li çar aliyê cihanê çalakiyên greva birçîbûnê berdewam dike. Ev du hefteyên dawiyê ye 30 girtî dest bi rojiya mirinê kirine. Ev tê vê wateyê; roj bi roj dihelin, deqe û saniye di vê pêvajoyê de ji bo me gelek girîng e.”
 
Di bin banê Platforma Demokrasî û Kedê de di derbarê grevên birçîbûnê yên ku ji bo  rakirina tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ber avahiya KESK’ê daxûyaniyê da. Parlamentera HDP’ê  ya Mêrdînê Ebru Gunay, rêvebirên HDP û DBP’ê û 43 STK tevlî daxûyaniyê bûn. Di serî de Parlamentera HDP’ê  ya Mêrdînê Ebru Gunay axaftin kir.
 
Ebru, di destpê ka axaftina xwe de di 18’ê Gulanê 1982’yan de Îbrahîm Kaypakkaya û li Zindana Amedê Ferhat Kurtay, Necmî Oner, Mahmut Zengîn û Eşref Anyik ên ku bedena xwe dabû li ber agir bi bîr anî û wiha got: “Îro 18’ê Gulanê Îbrahîm Kaypakkaya û  li Zindana Amedê  4 hevalên ku bedena xwe dabûn li ber agir bi rêzdarî bi bîr tînim. Îro em ji bo di rojeke bi vî rengî de li Zindana Amedê berxweana ku destpê kiriye û li hemû cihanê belav bûye  hatin li gel hev. Dirûşmeya vê berxwedanê “Deng bide jiyanê” ye. Ji bo mafê jiyanê bê parastin îro em bi STK’yan ve hatin li gel hev û em bang kesên berpirsyar dikin ku berpirsyarên xwe bila bi cih bînin. Wekî ku hûn jî dizanin Leyla Guven 190 rojê zêdetire di greva birçîbûnê de ye. Parlamenterên me Dersîm Dag, Tayyîp Temel û Murat Sarisaç di serê Adarê vir de  li avahiya Amedê de di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne.  Her wiha li navçeya Dêrîkê 3 hevalên me di malên xwe de çalakiya xwe ya birçîbûnê didomînin. Her wiha dîsa li navçeya Qoserê hevalekî me di mala xwe de çalakiya xwe berdewam dike. Niha li çar aliyê cihanê çalakiyên greva birçîbûnê berdewam dike. Ev du hefteyên dawiyê ye 30 girtî dest bi rojiya mirinê kirine. Ev tê vê wateyê; roj bi roj dihelin, deqe û saniye di vê pêvajoyê de ji bo me gelek girîng e. Ji bo zêdetir mirin çênebin û hêsrên çavan neyê rijandin bang dikin ku daxwaziya çalakvanan bi cih were. Bila demildest bi hevdîtina malbat û parêzeran bê kirin.”
 
‘Têkoşîna me ji bo azadiya civakê ye’
 
Piştre daxûyaniyê Hevserokê Şaxa ÎHD’ê ya Mêrdînê Feyzî Adsiz xwend. Feyzî, bi lêv kir ku her çiqasî tê îdîa kirin ku demokrasî  û hiqûq tê parastin jî di pratîkê de tiştên ku tên jiyîn antî demokratîk û bêhiqûqiye û wiha got: “Di vî rewşê de bi hezaran mirovên me ji demên derbas bûyî vir de azadî û jiyana xwe feda kirine. Wek saziyên civakî yên sivîl têkoşîna me ji bo hiqûqa gerdûnî, avakirina demokrasi û azadiya civakê ye.”
 
‘Ev tiştên ku îro tên kirin tu carî nayê qebûl  kirin’
 
Feyzî, bal kişan ser greva birçîbûnê ya ku Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven di 8’ê Mijdara 2018’an de destpê kiribû û wiha domand: “Piştî Leyla Guven di 16’ê Berfenbara 2018’an şûnde di dîrokên cuda de li gelek girtîgehan grevên birçîbûnê destpê kir. Her wiha li derve jî gelek kesan ji bo tecrîda li Tirkiyeyê şermezar bikin dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Li gor saziyên me 22’ê Nîsanê  şûnde li 90 girtîgehên Tirkiyeyê  bi giştî 2983 girtî dest bi çalakiyê kirine. Di 30’ê Nîsanê deli 4 girtîgehan giştî 15 girtî, di 10’ê Gulanê de jî li 5 girtîgehan jî 15 girtî û bi giştî 30 girtî çalakiya xwe ya bêdorveger vegerenadine bi rojiya mirinê kirinê.  Malbatên girtiyan ji bo rewşa girtiyan bigihînin raya giştî daxûyaniyan didin û çalakiyan li dar dixin. Lê tehemula wan ji vî re jî tuneye û êrîşên dayikan dikin.  Ev tiştên ku îro tên kirin tu carî nayê qebûl  kirin.”
 
‘Em bang hemû kesan dikin ku xwedî çalakvanan derbikevin’
 
Feyzî, di dawiya axaftina xwe de ev tişt got: “Ji ber ku destûrê nadin hekîm û heyetên serbixwe biçin ziyareta wan em nizanin ku tendûristiya wan di çi astê de ye. Agahiyên ku ji parêzer û malbatan tên girtin genel kilo dane, rewş gelek krîtik e. Li hin girtîgehan vîtamîna B1, xwê û şekir nayê dayîn. Em bang hemû kesan dikin ku xwedî çalakvanan derbikevin.”