Dayikên girtiyan ev 18 roj in kuçeyan terk nakin
- 14:21 18 Gulan 2019
- Rojane
AMED - Dayikên girtiyan ên ku ji bo dengê zarokê xwe bidin bihîstin îro ev 18 roj in kuçeyan terk nakin çalakiya xwe di bin astengiya polîsan de dîsa pêk anîn.
Dayikên girtiyan ên ku ji bo dengê zarokê xwe bidin bihîstin îro ev 18 roj in kuçeyan terk nakin çalakiya xwe di bin astengiya polîsan de dîsa pêk anîn. Li hemberî parka koşuyolû li ba fabrikaya arvên dayikên girtiyan û yên ku piştigiriyê didin wan tevî êrîşa polîsan çalakiya xwe pêk anîn. Parlamenterên HDP'ê, Saliha Aydeniz, Remziye Tosun, Musa Farisogllari û rêxistinên DBP'ê beşdarî çalakiyê bûn.
'Ev çalakî ya dayikan e'
Di nava komê de polîsan xwestin ku mêran derxin û gengeşî hat jiyîn. Polîsan anîn ziman ku ew ê tenê destûrê bidin dayikan lê jinan gotin ku ev çalakiya me hemûyan e. Piştî gengeşiyê jin jî derbasî aliyê dayikan bûn.
Her wiha welatiyan jî piştgirî dan çalakiyê. Dayikan dirûşmên "Zext nikare me biçewisîne" berz kirin. Tevî hemû astengiyan dayik hatin gel hevdu û ber bi TUAY-DER'ê meşiyan. Dîsa li vir dirûşmên "Her der zindan e her der sêrîhildan e " hat berzkirin.
Piştre daxuyanî hat dayin. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku wezîrê dadê daxuyaniya derbarê tecrîd rabûye de divê fiili bi cih bîne.