Çalakiya Dayikên Şemiyê: Heqîqet têkoşîneke gerdûnî ye
- 14:20 18 Gulan 2019
- Rojane
STENBOL - Dayikên Şemiyê bi armanca aqûbeta windayan bipirsin û faîl bên darizandin di hefteya 738'an de kom bûn. Xizmên windayan ên li Îran, Rûsya, Qibris û Lûbnanê hatin tevlî çalakiyê bûn. Xizmên windayan ên ku li Îranî hatî Shadî Sadr diyar kir ku heqîqet têkoşîneke gerdûnî ye. Em ê her tim bibin dengê we."
Dayikên Şemiyê û parazvanên mafên mirovan, bi armanca aqûbeta windayan bipirsin û faîl bên darizandin di hefteya 738'an de xwestin li Qada Galatasarayê kom bibin û xwestin çalakiya xwe berdewam bikin. Lê polîsan dîsa kolan ji çûn û hatinê re girtin û destûr nedan ku Dayikên Şemiyê li qadê kom bibin. Piştî dayik rastî astengiya polîsan hatin çûn pêş avahiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê û li vir daxuyanî dan. Dîsa wekî her hefteyê polîsan kolana ÎHD'ê ji çûn û hatinê re girt û dorpêç kir. Dayikên Şemiyê, xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan di bin dorpêça polîsan de çalakiya xwe berdewam kirin.
Dayik û malbatan tîşorên ku wêneyên windayan li ser heye û "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" li ser hebû li xwe kirin. Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û parlamenterên HDP'ê Oya Ersoy, Huda Kaya û parlamenterên CHP'ê Ali Şeker ve Sezgîn Tanrikulu piştgirî da çalakiya Dayikên Şemiyê. Her wiha xizmên windayan ên li Lubnan, Îran, Rusya û Qibrisê hatin jî tevlî çalakiyê bûn.
'Li ser civakê birînên mezin vedikin'
Vê hefteyê aqûbeta Ahmet Tekînê 29 salî ya ku xwedî 5 zarokane û di sala 1994'an de li Amedê hat windakirin hat pirsîn. Daxûyanî ji hêla xîşka nûçegîhanê Rojnameya Ozgur Gundemê Ferhat Tepe, Ayşe Tepe ve hat dayîn. Ayşe, destnîşan kir ku di 17 û 31'ê gulanê wekî Hefteya Windayên di Binçavan de ya Navneteweyî tê pêşwazîkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em bi minasebeta vê heftê carekdin bibîrtînin. Sûcên bi pergalî pêk tên, ne tenê li ser kes û koman travmayê çêdike, li ser hemû civakê bandor dike û birînên mezin vedike. Têkoşîna me ya ji bo aqûbeta windayan bê zelalkirin û sûcdar bên cezakirin dê bidomin. Windakirina di bin çavan de sûcê mirovatiyê ye û divê qanûn bên sererastkirin û sûcdar bên cezakirin."
'Serlêdan bê encam man'
Ayşe, di daxuyaniyê de qala aqûbeta Ahmet Tekîn kir û wiha axivî: "Ahmet 29 salî bû xwedî 5 zarokan bû, li Lîceya Amedê dijî ya. Di meha gulanê sala 1994'an de li Amedê diçû Lîceyê ji hêla panzerên leşkerî ve hat rawestandin. Leşkeran Ahmet Tekîn binçav kir. Çend dayika Ahmet serî li Cendermeya Lîceyê da, lê serlêdan wê bê encam ma. Çend şahîd li Qereqola Cendermeyan Ahmet dîtibûn û heta îro tu agahî nehat stendin. Divê aqûbeta Ahmet Tekîn bê zelalkirin û faîl bên darizandin."
'Faîl bên cezakirin'
Hevjînê Fehîm Tosûn, Hanin Tosûn jî qala windakirina Fehmî Tosûn kir û wiha got: "Fehîm di sala 1995'an de hat binçavkirin û heta îro jî di derbarê aqûbeta wî de agahiyek negirtine. Dê rojek bê û faîl dê bên darizandin. Em ê têkoşîna xwe her tim bidomînin û heta ku aqûbeta windayan bên zelalkirin."
'Em ê her tim bibin degê we'
Xizmeke windayan a bi navê Shadî Sadrî îranî tevlî çalakiya Dayikên Şemiyê bû û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Bi dehan sal in em li vir aqûbeta windayên xwe dipirsin. Wekî li Îranê. Em wêneyên windayên xwe digirin û daxwaza edelatê dikin. Heqîqet têkoşîneke gerdûnî ye. Em ê her tim bibin dengê we."
'Mijar bi têkoşînê tên zelalkirin'
Nona Nasseraldîn, li Lûbnanê ji bo aqûbeta windayan bê zelalkirin û faîl bên cezakirin têdikoşe û wiha axivî: "Ez we nêz ve nas dikim. Ji ber ku em jî li Lûbnanê xizmên windayan baş nasdikin. Lêgerîna we ya derbarê aqûbeta windayan mafê herî xwezayî ye. Li cîhanê gelek kes wek we ye û aqûbeta windayên xwe dipirsin. Ev mijar tu carî bi tenê serê xwe nehatin zelalkirin, mijar bi têkoşînê hatin zelalkirin. çareserkirin.