Çalakiye greva birçîbûnê li Qamişloyê di roja xwe ya duyem de didome
- 13:59 18 Gulan 2019
- Rojane
QAMIŞLO - Çalakiya greva birçîbûnê ya ku bi armnca pişgiriya çalakvanên greve birçîbûnê ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest pê kiriye di roja duyem de didome.
Çalakiya greva birçîbûnê ya ku bi pêşengtiye Kongreya Star û Meclisa Malbatên şehîdan li Qamişloyê bi dirûşmeye "Em ê tecrîdê û faşîzmê têk bibin, Netewa Demokratîk misoger bikin", ji bo piştgiriya çalakvanên berxwedêr ên ku ji bo azadî û şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di nava tekoşîn û israreke mezin de ne di roja duyem de berdewame.
Di roja duyem de çalekvan ji navçeye Rojhilatê Qamişloyê di nava grevê de ne. Bi moralekî mezin çalekiye xwe didomînin. Di nava seatên sibê de bernameye roja duyem bi semînerekê li ser rastiya Abdullah Ocalan û wateye çalekiya greva birçîbûnê dest pê kir. Di nava semînerê de jî hat gotin ku bi saya berxwedaniya van têkoşeran dîsa careke din gelê kurd ji bo azadî û mafdariya xwe li himber pergalên deshilatdar di nava tekoşînê de ne.
Piştî semînerê gelê taxa Enteriyê û Qenat Siwês serdana çalekvanan kirin û di bin konê çalekiyê de axavtin kirin.
Kesên ku axivîn wiha gotin "Em vê çalekiya rûmetê pîroz dikin, bi tekoşîna van kesên xwedî îrade gelek tişt hatin guhertin. Bi pêşengtiya jina azad Leyla Guven ji vê tekoşînê re destanî û qehremaniya dîroka jin careke din bi pêlên zêrîn nivîsand. Her roj di kesayeta van hevalan de em rastiya Rêbertî û şehîdên xwe nas dikin. Hêz û israra me ji bo daxwaziye azadiyê mezin dibe. Hemû gel îro bi hev re ye di hemû xweşî û nexweşiyan de em yek in ev çi dide diyarkirin ku gelê me êdî wateye canfedayî nas kiriye û ji bo rûmet û mafê xwe li hember pergalên deshilatdariyê dibin bersiv. Her çiqas diktatoriye Tirkiyê mezin jî be û dunya bê deng jî be wê tekoşîna me û çalekiyên me bidomin."
Piştî axaftinan dirûşmeyên silavkirina tekoşîna berxwdêrên grave birçîbûnê hatin vegotin.
Li gorî bernameyê danê êvarê wê semînerek li ser erdnigariya Kurdistanê ji çalekvana re were dayîn. Her wiha wê şeva çalekvana jî bi starên fiklorî bi dengê koma Botan were qedandin.
Tê payîn wê sibe çalekvan ji navçeya Rojavayê Qamişlo bikevin greva birçîbûnê.