Jinên Mexmûrê piştgirî dan Dayikên Bakur ên laçikspî

  • 12:22 18 Gulan 2019
  • Rojane
MEXMÛR - Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 16'ê Kanûna 2018'an heta niha li Wargeha Şehîd Rustem Cudî çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger didome. Îro çalakiya greva birçîbûnê ji aliyê koma 52'emîn dewir hat girtin. Her wiha bi pêşengiya Meclîsa Îştar a Mexmûrê jinên Mexmûrê ji bo piştgiriya dayikên laçikspî daxuyanî dan. 
 
Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven ket roja 192'an.  Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 16'ê Kanûna 2018'an heta niha li Wargeha Şehîd Rustem Cudî çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger didome. Îro çalakiya greva birçîbûnê ji aliyê koma 52'emîn dewir hat girtin. Berî dewirgirtinê ji bo têkoşerên azadiyê deqeyek rêz hat girtin.  Her wiha bi pêşengiya Meclîsa Îştar a Mexmûrê jinên Mexmûrê ji bo piştgiriya dayikên laçikspî daxuyanî dan. Daxuyanî ji aliyê Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Nûren Sezgîn hat xwendin. 
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Di serî de em di keseyata Ş.Haqi Karer de tevahî Şehîden meha Gulanê bi bîr tînin. Çalakiyên bi pêşengtiya Leyla Guven dest pê kir îro vegeriyaye çalakiya mirinê. Ji bo pîştgiridayina van çalakiyan dayikên me yên li bakurê Kurdistanê kampaneyek ya Laliçikên Spî dane destpêkirin em jî weki gelê Wargeha Şehîd Rustem Cudî piştgiriya wan dayikên ku bi ji bo zarokên xwe li ber deriyê zindan e dikin.”
 
Dayikên ku bi salan e kêlî bi kêlî  li pey şopa zarokên xwe, tu car paşde gav neavêtine û em jî piştgiriya wan dayikan dikin. Çawa ku di salên 1982’ an de li zindana Amadê hevalên me li hember zordariya dewleta Tirk serî netewandine. Îro jî bi hezaran girtiyên azadiyê di wan zindanên Tirkeyeê de li hember zordariyê serî netewandine û bedena xwe dane ber mirinê. Dayikan jî ji bo xwedîderketina zarokên xwe li ber deriyê zindana ne. Em jî weke Wargeha Şehîd Rustem Cudî piştgiriya wan dayîkên berxwêder dikin."
 
Piştî daxuyaniyê li ser navê koma 51'an Xebat Gever axivî û got:"Em koma 52'an pîroz dike û ji bo wan serkeftinê dixwazin. Em hêvîdar in ew ê tecrîda li ser Rêberê me bê şikandin. Em di şexsê Şehîd Heqî Karer de hemû Şehîdên gulanê bi bîr tînin. Wezîrê Edaletê yê dewleta tirk dibêje tecrîd bi dawî bûye. Lê em nayên lîstikê. Heta ku tecrîd bi awayekî fîîlî neşkê em ê çalakiyên xwe dewam bikin."
 
Dewirgirtin bi dirûşmên "Bijî Serok Apo","Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.