Li Girtîgeha Şakranê dest danîn ser alavên girtiyan

  • 11:35 18 Gulan 2019
  • Rojane
STENBOL - Hate ragihandin ku li Girtîgeha Hejmara 4 a Şakranê avêtine ser qawîşên girtiyên siyasî û dest danîne ser hemû amûrên jiyanî.
 
Çalakvanê greva birçîbûnê Yûsûf Ozdemîr 76 roj in li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, li Girtîgeha Hejmara 4 a Şakranê di greva birçîbûnê de ye bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî û qala rewşa xwe kir û malbat ev tişt gotin: "Rêveberiya girtîgehê di bin navê lêgerinê de bi ser kogûşê wan de girt û hemû alavên wan destser kiri ne." 
 
Yûsûf Ozdemîr di sala 2009'an de dema ku li Zanîngeha Dokûz Eylulê Beşa Hemşîretiyê dixwend hat girtin û 15 sal û 6 meh ceza lê hat birîn û li Girtîgeha Şakranê 76 roj in di grevê de ye.