Jinên Şehbayê: Em xwedî li çalakiya Leyla Guven derdikevin

  • 11:20 18 Gulan 2019
  • Rojane
ŞEHBA - Çalakiya Kongreya Star a bi dirûşmeya "Bi rihê berxwedana zîndanan em ê bi serkevin û azadiya Rêber Apo misoger bikin", di roja xwe ya 2'yem de didome.
 
Rêxistina Kongreya Star ji bo xwedî derketin li daxwaza Leyla Guven û hevalên wê bi dirûşmeya "Bi rihê berxwedanya zîndanan em ê bi serkevin û azadiya Rêber Apo misoger bikin", kon vedan û di roja xwe ya 2'yemîn de berdewam dikin. Bi tevlîbûna sedan endamên ji Yekîtiya Jinên Êzîdî ya Efrînê û bi serdan ji aliyê gel ve hat kirin. 
 
Endama Koordinasiyona Yekîtiya Jinên Êzîdî Ayşe Sîdo di çalakiyê de axivî û balkişand li ser berxwedana zîndanan û wiha got: "Em xwedî li çalakiya Leyla Guven derdikevin û xwesteka wê xwesteka hemû jina ye, Serok Apo weke ronahiyekê ji civaka Êzîdî re derket, em jî berxwedaniya xwe berdewam bikin ji bo azadiya Serok Apo."
 
Jinên ku bêşdarî çalakiyê bûn nêrînên xwe anîn ziman. Hevseroka Yekîtiyê Êzîdîyên Efrînê Suad Hiso wiha axivî: "Em weke jinên êzîdî xwedî li xwesteka Leyla Guven û tevahî çalakvanan derdikevin. Gelê Kurd berxwedaniya xwe didomîne û serî ji dijmin re natewînê, çiqas kiriyarên dewleta Tirk zêdetir dibin jî, nikarin vîna azadiyê di dilê me de bişkînin."
 
“Xwesteka Leyla xwesteka hemû jinan ne”
 
Jina bi navê Zahîde Muhemed jî wiha axivî: "Em jinên êzîdî tevlî çalakiyê bûn, heya Leyla Guven berxwedaniya xwe berdewam dike em jî berxwedaniya xwe berdewam dikin, ji ber ku xwesteka Leyla Guven xwesteka hemû jinan ne, azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya Gelê Kurd e."
 
“Em xwedî li çalakiya Leyla Guven derdikevin”
 
Zeyneb Osman jî ev tişt got: "Wek ciwanên êzîdê em ê berxwedana xwe berdewam bikin, em hemû Leyla ne, çalakiya Leyla Guven ya ku li zîndana Amedê dest pê kiriye îro li Şehbayê ev çalakî berdewam dike, em ê jî xwedî li vê çalakiyê derkevin."