Astengdarî li pêşiya xebatan ne asteng e
- 10:59 18 Gulan 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şehên Burhan Ehmed a ku astengdar li Banka Xwînê ya Nexweşxaneya Berkevtên Çekên Kîmyayî karmende wiha got: "Bila dayik û bavên ku zarokên wan astengdarin bidin xwendin. Ji bo ez bigihîm vê astê ez bi israr bûm."
Şehên Burhan di sala 2000'an de di bûyerekê de herdu lingên wê bi giranî birîndar bûn. Lewma ji wê demê ve êdî nikare li ser lingên xwe bimeşe. Par li Nexweşxaneya Zarokan dest bi kar kir û niha jî li Banka Xwînê ya Nexweşxaneya Berkevtên Çekên Kîmyayî karmend e. Şehên Burhan di sala 2013'an de Peymangeha Teknîkî ya Helebce qedand. Niha bi alîkariya endamên malbata xwe diçe li ser kar.
Şehên Burhan têkildarî karkirina xwe ji Rojnews'ê re wiha got: "Ji seat 08.30'an ê sibêhê de karkirin destpê dike û heta saet 08.30'ê sibêha din, lê ji ber rewşa taybet a min, ez heta saet 23.00'ê şev kar dikim. Rewşa min ta astekê ji bo min pirskênan çêdike. Di pêvajoya xwendinê heta gihîşte îro astengî hebûn. Lê ez gihîştim hêviyên xwe. Ji bo ez bigihîm vê astê ez bi israr bûm. Îro weke karmendekî beşê ceribandinê ya veguhestina banka xwînê kar dikim."
Şehên daxwaz ji dayik û bavên ku zarokên wan nivîşkane kir, bidin xwendin û wiha domand: "Ez daxwazê ji wan dikim ku netirsin. Di nava civakê de ji bo wan ji tê gotin jê netirsin. Zarokên xwe ji mal derbixin û bidin xwendin. Ji bo ku di pêşerojê de xizmetê ji bo xak, nîştiman û civakê bikin. Li her nexweşxaneya ku min lê kar kiriye, dema ku nexweşan ez dîtime matmayî mane. Ez jî ditirsiyam ku nexweş baweriyê bi hêza min nekir. Lê, dema ku karê min dîtin, kêfxweş bûn. Ez jî bi aweyekî baş xizmeta wan dikim."
Şehên bal kişand li ser ferqa di navbera wê û karmendên din de û wiha got: "Ferq tenê ew e ku di warê fizîkî de ji ber rewşa xwe nikarim weke hin tişt bikim. Lê diwarê zanista bijîşkî de ti pirsgirêk nîne. Heta astek zorbaş bi asayî bi karmendên din re kar dikim."