Bêrîvan Bitmen a 134 roj in di greva birçîbûnê de ye: Em ê bi ser kevin
- 10:06 18 Gulan 2019
- Rojane
BATMAN - Li Girtîgeha Bunyanê ev 134 roj in Bêrîvan Bitmen di greva birçîbûnê de ye. Malbata Bêrîvan a ku bi wê re hevdîtina telefonê pêk anî bi lêv kir ku Bêrîvanê gotiye:"Heqê xwe helal bikin. Dê serîhildana me bi serfiraziyê tacîdar bibe."
Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Çalakiya Leyla Guven ket roja 192'an. Çalakiya ku bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kir li gelek cihî belav bû. Malbata Bêrîvan Bitmen a ku di Girtîgeha Bunyanê ya Qeyseriyê ev 134 roj in di gireva birçîbûnê de ye diyar kirin ku rewşa wê ne baş e.
'Nikare bimeşe û bipeyive'
Malbata Bêrîvanê da zanîn ku Bêrîvan di warê axaftinê de gelek zehmetiyê dijî û êdî guhê wê gelek giran bûye. Malbata wê ev agahî parve kir:"Bêrîvanê nikare bimeşe. Dema li me digere dibêje heqê xwe helal bikin. Wekî laşî ne baş e lê wekî moral tîne ziman ku ew baş e. Her wiha Bêrîvanê anî ziman ku heta tecrîd bi dawî bibe ew ê li berxwe bidin."
Her wiha malbata Bêrîvanê diyar kirin ku 5 meh cezayê hevdîtinê yê Bêrîvanê heye û gotin ku ew ji wê yekê ditirsin ku careke din Bêrîvanê nebînin.
Parlamentera Êlihê Ayşe Acar Başaran jî li ser hesabê xwe Twitterê derbarê rewşa Bêrîvanê de parvekirin kir û wiha got:"Bêrîvanê şev nikare rakeve. Ji qirika xwe tiştekî qehweyî diherike. Nikare bimeşe, hevdîtina parêzeran bi kursiya bi tekel dike. Her wiha li ser sînga wê kîtle çê bûye. "