'Bi rihê 18'ê Gulanê dê Efrîn rizgar bibe'

  • 09:51 18 Gulan 2019
  • Rojane
ŞEHBA - Malbetên şehîdan ji bo bîranîna berxwedêran bi dirûşma: " Bi rihê 18'ê Gulanê dê Efrîn rizgar bibe" çalakiya vêxistina findan li dar xistin.
 
Ji bo bîranîna berxwedêran Meclîsa Malbatên Şehîdan li ser gorê berxwedêran bi dirûşma: " Bi rihê 18'ê Gulanê dê Efrîn rizgar bibe" çalakiya vêxistina findan li dar xistin. Navçeya Ehres a girêdayî Kantona Şehbayê, bi tevlîbûna sazî, dezgeh û meclîsa Malbetên Şehîdan li dar xistin. Ji bo bîranîna şehîdan sinevizyon li ser berxwedaniya şehîdan hat pêşkêşkirin. Her wiha serdana goristana berxwedêran hat kirin û daxuyanî ji aliyê zarokên berxwedêran hat xwendin,  daxuyanî bi zimanê Kurdî û Erebî hat xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
Bi dirûşmeya "Bi rihê 18'ê gulanê em ê Efrînê rizgar bikin", em bejna xwe li hember hemû şehîdên Netewa demokratîk û rihê wan yê pîroz, ditewînin. Em weke zarokên şehîdan soza xwe dubare dikin ku em ê li dû şopa şehîdên xwe bimeşin da ku em bigihêjin azadî û serfîraziyê. Şehîdên me nirxên gelan e û ew kesên ku rihê mirovahiyê di dilê xwe de çandine. Di dawiyê de em ê her dem têkoşîna xwe berdewam bikin û di Şehbayê de bimînin da ku em Efrînê ji dagirkeriyê û çeteyan rizgar bikin. Bi rihê 18'ê Gulanê dê Efrîn rizgar bibe."
 
Piştre zarokên berxwedêran find li ser gora wan vêxistin û bi bîr anîn. Çalakî bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Şehîd Namirin" bi dawî bû.