Ji bo rakirina tecrîdê li Mexmûrê daxuyanî hat dayin
- 09:36 18 Gulan 2019
- Rojane
MEXMÛR - Ji bo dawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Mexmûrê mamosteyan daxuyanî dan.
Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Çalakiya Leyla Guven ket roja 192'an. Ji bo dawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) mamosteyan daxuyanî dan. Berî daxuyaniyê ji bo têkoşerên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Daxuyanî ji aliyê Mamoste Gulîstan Tunç ve hat xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
"8 sal in di kesayeta Rêber Apo de li ser gelê kurd û hemû mirovahiyê teciridek girankirî tê meşandin. Rêber Apo bi sekin û vînek bêhempa, li dijî vê tecrîdê berxwedanek dîrokî daye destpêkirin û îro jî ev berxwedan di kesayeta Rêhevalên hevalên Kemal, Xeyrî, Mazlum, Sakîneyan de didome.Ev berxwedana bi pêşengitiya Leyla Guven hatiye destpêkirin, li Kurdistan û tevahî cihanê belav bûye. Li zindana ev berxwedan gihaştiye astek herî jor a serkeftinê, ev berxwedan ne tenê ji bo gelê kurd, ji bo hemû mirovahiyê berxwedanek dîrokî ye. Di heman demê de berxwedana sedan salan û berxwedana ji bo hebûna mirvahiyê ye. Berxwedana ku girtiyên di zindanan deye dest pê kirin, di 30'ê nisanê de bi rêhê 14'ê tirmihê vegerandine rojiya mirinê. Wekî ku Rêber Apo jî dibêje di kesayetên dîrokî di demên dîrokî de biryarên dîrokî digirin. Ev berxwedan wan neçar kirine ku dewleta faşist a AKP û MHP'ê gav şûnde bavêjin.
Em wek gelê kurd li rûmeta xwe xwedî derketin. Em di wê baweriyê de ne ku carek din bi sekin û berxwedana ku îro tê meşandin em ê bi ser bikevin. Em tecrîda li ser Rêber Apo bişkînin. Em ê her piştgiriyê bidin çalakgerên di greva birçîbûnê de ne. Em bang li hemû mirovên azadîxwaz û demokrat û sasyalîst rewşenbîr dikin ku deng bide dengê berxwedana zindanan. "
Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî berxwedana zindana","Bijî Serok Apo".