‘Çavên wî tarî dibin, nikare li ser piyan bisekine’

  • 09:09 18 Gulan 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - brahîm Kaya yê 154 roje li girtîgeha Kandirayê di greva birçîbûnê de ye û dayika wî Sulan Kaya diyar kir ku wê kurê xwe nas nekiriye û li bedena wî cihên reş çêbûne, her tim çavê wî tarî dibe, nikare li ser piyan bisekine.
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin li girtîgehên herêmê û Tirkiyeyê hatin destpêkirin didomin. Girtiyê bi navê Îbrahîm Kaya yê li girtîgeha Kandirayê ji Kanûna 2018’an ket grevê û 154 roje di grevê de ye, hat hînbûn ku çavên wî tarî dibin û nikare li ser piyan bisekine.
 
Li gorî agahiyên malbata wî dane, Îbrahîm 20 kîlo daye û di bedena wî de cihên rewş çêbûne, gurçikên wî îflas kirine. Sultan Kaya diyar kir ku ew çûye hevdîtina kurê xwe lê ew nas nekiriye û wiha got: “Kurê min 154 roje di grevê de ye. Tansiyonê wî her carê dikeve. Şekir radibe. 20 kîlo daye. Bedena wî de cihên reş çêbûne. Çavên wî tarî dibin. Em nedidît. Nikaribû li ser piyan bisekine. Hemû girtî jî wisa bûn. Rewşa wan ne baş bû lê bi moral bûn. Divê demildest ji bo wan pêngav bê avêtin.”
 
‘Ev wijdanekî çawa ye, edaletek çawa ye?’
 
Sultanê daxuyakirin ku divê ev rewş demildest çareser bibe û wiha pê de çû: “Erdogan kezeba te naşewite? Ger bişewitya te wisa nedikir. Ev wijdanek çawa ye, ev edaletek çawa ye? Divê dewlet pêngavê bavêje. Kezeba me dişewite. Em çend milyon Kurd li vir dijîn. Em dayik li pişta zarokên xwe ne. Em li pişt doza xwe ne. Em dest ji doza bernadin. Heta daxwazên zarokên me neyên cih em ê li ber deriyên girtîgehan bin.”