‘Ma wisa dibe bi rawestînê çalakî nabe’
- 09:06 18 Gulan 2019
- Rojane
Zehra Dogan
LONDON - Em li Londonê dibin mîvanê Nahîde Zengîn û Mehmet Saît Yilmaz yên li dijî tecrîdê ketine grevê û di roja 66’an de berdewam dikin. Nahîdeyê armanca çalakiyê wiha vegot: “Yên bê hêvî bila nêzî me nebin.” Mehmet jî ji bo kesên hewl didin wî bisekinin wiha dibêje ‘na heval ma wisa dibe, çalakî bi rawestînê nabe’.
Çalakiya greva birçîbûnê ya bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, bi pêşengiya hevseroka KCD û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven hat destpêkiri li gelek bajarên cîhanê didome. Li Londonê di 14’ê Adarê de Nahîde Zengîn û Mehmet Saît Yilmaz dest bi grevê kirin.
Em diçin navenda Civakî ya Kurd a Demokratîk û em li salona mezin dengê Saît Yilmaz dibihîzin. Ji bo kesên tên yek bi yek çay belav dike. Yên hewl didin ku nehêlin wisa bike rastî gotina wî ya ‘ma wisa dibe heval, çalakî bi rawestînê nabe’.
Li baxçe dengê Nahîde Zengîn dihat. Dikeniyan. Di cihê xwe de nedisekinî. Ji bo wan du odeyên cuda hatine amadekirin li baxçe. Her roj li vir dimînin. Nahîde rojekê dibêje ‘wisa nabe bîhna welat ji vir kêm e’. Ketiye baxçe û hemû kolandiye. Niha bi ciwanan re bîstan çêdike. Nahîde dibêje wê sebze biçînin.
‘Ya herî zehmet şerê zîhniyetê ye’
Nahîde Zengîn ji bo pirsa ‘tu çi hîs dikî?’ ev tişt got: “Divê hest bên hîskirin. Divê em bipirsin ku divê em çi bikin. Min her ku Îmam Şîş didît ez nebaş dibûm. Mirov hinek tiştan dikin lê têr nakin. Li ser vê min biryara grevê girt.” Nahîde behsa Rojava jî dike û dibêje: “Şerê li Rojava tiştekî cuda ye, tenê li dijî dijminê hember xwe şer nake. Li dijî zîhniyeta heyî, jiyanê û axê şer e. Ya herî zehmet jî şerê zîhniyetê ye. Jinwar xebatek wisa bû. Tiştê niha em dikin bi 10 hezar kesî re avakirina empatiyê ye. Yekitiya bi girtiyan re û Leyla Guven re ye. Min qet ji Ewropayê hez nekir. Ez li vir bim jî qet najîm. Li Londonê min li baxçeyê xwe bîstan çêkir. Min tovên welatê xwe anî vir çand û wisa dijîm. Piştî çûm Rojava min cudahiya di navberê de pir zelal dît.”
Mirov li dijî biryarbûna wê û hêviya wê heyran dimînin. Beriya sohbetê, rojnamegerekê got êdî ew bi hêvî nanivîse û ne kêfxwş e. Nahîdeyê derbarê vê de diyar kir ku çawa dibe ku mirov hêviya xwe winda bike, ev tê wateya întîxarê û got: “Di esasê de miriye, tê wateya bi min re hêvî tune ye. Em li vir dibêjin çi, ‘Ez li dijî faşîzma te bedena xwe datînim holê’. Ev ne çalakiyeke hestiyar e, ev çalakiyeke tije hêvî ye.”
Nahîdeyê balkişand ser êrîşên li hemberî dayikan û got: “Dema dayik berxwe bidin û mirov bê hêvî bin, ev bêrêzdarî ye. Dayik li kolanan, nûçegîhan li qadan, malbat li ber zindanan xwedî li çalakiyê derdikevin û dibin parçeyek çalakiyê. Ev jî serbilindî ye.”
‘Ji gorên pergalê derketin hestek pir xweş e’
Mehmet Saît Yilmaz jî hestên xwe wiha vedibêje: “Em serbilind in. Ev partî azadiya jinê esas digire. Ya ku ev çalakî daye destpêkirin jî jin e. Hestê min ya birçîbûnê winda bûye, berxwedan û hevaltî mezin bûye. Jiyana mirovan ji derveyê razanê piranî bi xwarin û vexwarinê derbas dibe. Ez niha dema xwe baştir dinirxînim. Ez zêde dixwînim. Ez lêkolîn dikim. Dema min zêde ye. Ji gorên ku pergalê avakirine derketin hestek pir xweş e. Dayikên şehîdan tên vir. Ez dizanim ew çi hîs dikin. Em li ber çavên hevalên xwe dihelin, em dizanin ku rewşek zehmet e. Em naxwazin ku welatî xemgîn bibin, em dixwazin xwedî li çalakiya me derkevin.”
Saît di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku azadiya ku em hesreta wê ne divê em ji vê pergalê qut bikin û bigirin û wiha pê de çû: “Ji bo vê jî têkoşîn pêwist e. Ji ber ez parçeyek vê me serbilind im. Ji ber em paşengên rêberên mezin in. Em li wêneyên dîwar dinêrin hemû dikenin. Ken, çalakiyek şoreşger e. Ev çalakiya me jî wisa ye. Ez bang li gelê Kurd dikim. Em hevalên li vir dijîn dilê me bi gelê me re davêje. Li çar parçeyê Kurdistanê şer heye. Em civakek ku şer xwedî nebûne. Em li dijî hemû şeran wê aştiyê biparêzin. Em dayikên xwe yên bi erdê re hatin kaşkirin silav dikin. Em berxwedana wan bi rêzdarî silav dikin. Bang li hemû gelê Kurd idkim. Rewşa gelek hevalan di asta krîtîk de ye. Ji bo sibê em bi rehetî di neynikê de binêrin divê em tevlî vê berxwedanê bibin.”