ROJEVA 18'Ê GULANA 2019'AN
- 09:00 18 Gulan 2019
- Rojev
* Endama Meclisa Jinê ya PYD'ê Rozelîn Bekir di derbarê nirxandina hevdîtina herî dawî ya ku bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hat çêkirin û di nav de jî rewşa siyasî nirxand û got: "Perspektîfên Rêber Apo kilîda çareseriya kirîza tevahî Rojhilata Navîn e, divê derfetên azad ji bo tevahî gelê Sûriyeyê were pêşxistin." DÎMEN HEYE
* Semra Guzel ya HDP’î diyar kir ku dewlet bi hinek manevrayan hewl dide berxwedana girtî û dayikan bişkîne û wiha got: “Dayik her roj tên dorpêçkirin û çalakiya wan tê astengkirin. Ya li dayikan pêk tê pêkanîna tecrîdê ye. Divê ev baş bê zanîn; Tu kes nikare li pêşberî berxwedana gel bisekine.Em dikarin bi berxwedana xwe ewil tecrîdê bişkînin û piştre aştiyê bînin welat.” DÎMEN HEYE
*Em li Londonê dibin mîvanê Nahîde Zengîn û Mehmet Saît Yilmaz yên li dijî tecrîdê ketine grevê û di roja 66’an de berdewam dikin. Nahîdeyê armanca çalakiyê wiha vegot: “Yên bê hêvî bila nêzî me nebin.” Mehmet jî ji bo kesên hewl didin wî bisekinin wiha dibêje ‘na heval ma wisa dibe, çalakî bi rawestînê nabe’.
*Femînîst Hasbiye Gulaçti ku doza Nevîn Yildirim dişopîne, diyar kir ku li Tirkiyeyê riyên darazên ji bo jinan girtine û got: “Nevîn ji aliyê dewlet, daraz û civakê ve hatiye çewisandin. Ev mînak e. Nevînê rewşa ku 6 mehan pê re hat rû hev çima ji darazê re negot. Daraz divê bersiva vê bide.” DÎMEN HEYE
*Îbrahîm Kaya yê 154 roje li girtîgeha Kandirayê di greva birçîbûnê de ye û dayika wî Sulan Kaya diyar kir ku wê kurê xwe nas nekiriye û li bedena wî cihên reş çêbûne, her tim çavê wî tarî dibe, nikare li ser piyan bisekine.DÎMEN HEYE
*Jinên xizmên kesên di komkujiya Somayê de jiyana xwe ji dest dan, piştî ku Can Gurkan hat berdan û destûra bikaranîna madenê hat dayîn şûnde, baweriya wan ya bi edaletê nema û got: “Dewlet bi patronan hevkariyê dike.” DÎMEN HEYE
*Zeypnep Sîpçîk a li Girtîgeha Sîncanê girtiye di roja 79’emîn de greva birçîbûnê de ye. Dayika wê Xecê Sîpçîk wiha got: "Îro Parka Koşuyolu jî di bin tecrîdê de ye. Lê em ê bi ser kevin. Ez bawer dikim. Wê tecrîd rabe, berxwedana zarokên me qezenc bikin."
*Hacer Xelîl Yusuf ku li dijî tecrîda li Îmraliyê 154 roje di greva birçîbûnê de ye, biryara xwe ya di çalakiyê de carek din anî ziman û wiha got: “Em ji her demê zêdetir xwedî bawerî ne. Ev baweriya me wê serkeftinê bîne. Em pêngav bi pêngav diçin azadiyê. Em zarokên dayikên berxwedêr in.”