Ebru Gunay: Bila tecrît bê rakirin
- 17:35 17 Gulan 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Li navçeya Dêrîkê malbatên girtiyan û Meclîsa Dayikên Aştiyê ji bo piştgiriyê bidin grevên birçîbûnê xwestin çalakiya greva birçîbûnê li dar bixin. Di daxûyaniya hat dayîn de Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Ebru Gunay axivî bang Serokê Edaletê kir û got ku bila tecrît fîîlî bê rakirin.
Di pêşengiya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven de çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorvger ku hat destpêkirin li hemû girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê berdewam dike. Li navçeya Dêrîk a Mêrdînê malbatên girtiyan û Dayikên Aştiyê ji bo piştgiriyê bidin çalakiyên grevên birçîbûnê xwestin çalakiya rûniştinê li dar bixin. Xeynî malbatên girtiyan û Dayikên Aştiyê, Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Ebru Gunay, rêvebirên HDP û DBP’ê jî tevlî bernameyê bûn. Girseya ku xwest li ber avahiya navçeya HDP’ê çalakiya rûniştinê li dar bixe polîsan mudaxale kir û polîsan got ku daxûyaniya xwe bidin û belav bin. Polîsan anî ziman ku berovajê wê dê mudaxale bikin.
Li ser vê yekê Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Ebru Gunay li ser navê malbatan axaftinek kurt kir. Ebru, anî ziman ku Walîyê Mêrdînê bi biryarek bi bêhiqûqî çalakiya rûniştinê asteng kir û wiha got: “Em dibêjin ku em vê biryarê nas nakin.”
Bang Wezîrê Edaletê hat kirin
Ebru, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser grevên birçîbûnê û wiha domand: “Leuyla Guven 190 rojê derbas kir di greva birçîbûnê de ye. Her wiha dîsa rojiya mirinê di roja 18’an de berdewam dike. Xwesteka van hevalên me gelek hêsan û diyare. Dixwazin ku malbat û parêzer hevdîtinê pêk bînin. Duh Wezîrê Edaletê daxûyaniyek da û anî ziman ku astengiya Îmraliyê hat rakirin. Em îro bi dayikên xwe re dibêjin ku ev astengiya hatiye rakirin bila bi fîîlî bê rakirin. Astengiya ku hatiye rakirin çi pêwîst e divê bê kirin. Bila malbat û parêzer biçin Îmraliyê û hevdîtinê pêk bînin. Em di pêvajoyek ku deqe û saniye çiqasî girîng e de derbas dibin. Di vê pêvajoyê de di girtîgehan de 8 cenaze derketin. Lê belê em naxwazin ku zêdetir cenaze ji girtîgehê derbikevin. Em ji vir bang Wezîrê Edaletê dikin, bila demildest hevdîtin pêk were û tecrît bê rakirin.”
Daxuyanî bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.