32 saziyên li Edeneyê: Divê daxwazên girtiyan bên qebûlkirin

  • 15:17 17 Gulan 2019
  • Rojane
EDENE - Li Edeneyê 32 sazî û nûnerên partiyên siyasî bi daxuyaniyeke hevpar bal kişandin ser rojiya mirinê û greva birçîbûnê û wiha gotin: "Daxwazên girtiyan li gorî çarçoveya hiqûqê ye û divê daxwaz bên qebûlkirin."
 
Bi banga Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Edeneyê, Odeya Tabîban, Baro, Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) û Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), 32 sazî û nûnerên partiyên siyasî ji bo balê bikişînin ser rojiya mirinê û grevên birçîbûn daxuyaniyeke hevpar dan. Her wiha malbatên girtiyan, dayik û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Edeneyê Tulay Hatîmogllari jî piştî çalakiya rûniştinê ya li Parqa Îsmet Înonuyê tevlî daxuyaniyê bûn. 
 
Di daxuyaniya hevpar de pankarta "Ne mirin, bila jiyan bi ser keve" hat vekirin, parêzer û Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Edeneyê Îlhan Ongor, axivî û diyar kir ku daxwazên girtiyan li gorî çarçoveya hiqûqê ye û divê daxwazên wan bên qebûlkirin. Îlhan, destnîşan kir ku rewşa girtiyan gihaştiye asta krîtîk û wiha got: "Qebûlkirina daxwazên girtiyan ji hêla îktîdarê ve ne ev qas zehmet e. Ji bo vê ne hewceye ku qanûn bên sererastkirin."
 
Îlhan, bal kişand ser agahiyên ku hatine bi dest xistin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji hêla heyet û hiqûqnasên serbixwe ve me çend agahî berhev kirin. Gelek girtiyan, bi pirsgirêkên heyî re ketin greva birçîbûnê. Niha girtiyan bi pirsgirêkên dîtin, bihistandin, tansiyan, jibîrkirin, germbûna laşê wan û nikarin vexwarinê vexwin re rû bi rû ne. Niha rewşa girtiyan hatiye asta krîtîk. Divê demildest heyetên serbixwe yên tenduristiyê û yên hiqûqnasan biçîn girtîgehan."
 
Îlhan, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser şîdeta li hemberî dayikên girtiyan û wiha axivî: "Li hemberî daxwazên dayikan êrîşeke tund pêk tê. Em êrîşa li hemberî dayikan şermezar dikin."