Partiya Însan û Azadiyê:Tecrîdê bi dawî bikin
- 15:00 17 Gulan 2019
- Rojane
WAN - Li dijî girankirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nêrazîbûn berdewam dikin. PÎA'yê jî bi daxuyaniyekê bang li hemû saziyên civakî kir ku li dijî tecrîtê bêdeng nemînin.
Girankirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewam dike. Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji aliyê hevseroka KCD'ê û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ve greva birçîbûnê hatibû destpêkirin û greva birçîbûnê bi tevlîbûna bi hezaran girtiyan berdewam dike. Li dijî berdewamkirina tecrîdê bertekên li derve jî roj bi roj zêde dibin. Têkîldarî rakirina tecrîtê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) li avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyanî bi zimanê kurdî û tirkî hate dayîn. Kurdî ji aliyê Serokê Partiya Însan û Azadiyê Mehmet Kamaç ve û ya tirkî jî ji aliyê alîkara hevserokê partiyê Menîcan Gulmez ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku Tecrît, li dijî hebûn û nasnameya gelê kurd e û bang li saziyên sivîl hat kirin ku li dijî tecrîtê bêden nemînin.
'Gel bi cudakariyê re rûbirû dimînin'
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser polîtîkayên nijadperest û wiha hat gotin:" Di dorpêça tunditiyê a li Rojhilata Navîn a sed salî de, mirov çawa ji ber netew, ol û barweriya xwe ya cuda hev qir dikin. Em jî vê gelek ji nêz ve dibîni, rastiya ku her tişt ji bo mirov e çawa tê redkirin û çawa mirov tên tunekirin.
'Tecrîtê di holê de rakin hiquqê pêk bînin'
Di berdewamiya daxuyaniyê de destnîşanî girankirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat kirin û bang li hemû saziyên civakî hat kirin ku li dijî tecrîdê bêdeng nemînin û wiha domand;"Dîroka Komarê ya sed salî ku li ser tunekirina kurdan hatiye destpêkirin em niha di qonaxek din r derbas dibin. Bêgûman tecrit sûcê mirovayê ye. Tecrîda bi saln e li îmraliyê tê meşandin pratîka komarê ya bê hiqûqî ye. Tecrîd pêkanînek sîstematîk e û bi salan e li hember nasname, ziman, çand û hebûna Kurdan tê bikaranîn. Niha bi hezaran mirov li hember van pêkanînan di greva birçîbûnê da ne. Bi dehan mirov di rojiya mirinê da ne. Her deqeya derbas dibe mirovên me ber bi mirinê ve diçin. Werin em bi hev re tecrîdê ji holê rakirin û hiqûqê pêk bînin.."