Dayikên li Gebzeyê: Her tişt ji bo zarokê me ye
- 14:39 17 Gulan 2019
- Rojane
KOCAELÎ - Dayikên li ber Girtîgeha Gebzeyê ev 39 roj in tevî hemû astengiyên polîsan dîsa çalakiya xwe pêk anîn. Dayikan ji polîsên ku wan asteng kirin gotin:"Em dayik in. Her tişt ji bo zarokê me ye."
Malbatên ku ji bo balê bikşînin ser grevên birçîbûnê û rojiya mirinê dîsa li ber Girtîgeha Girtî ya Tipa M a Gebzeyê kom bûn. Parêzerên OHD'ê û gelek welatî ji bo pişgtgiriya dayikan kom bûn. Pêşiya wesayita dayikên ku ji ber avahiya HDP'ê ya Gebzeyê bi rê ket li Kolana Bexdadê hat sekinandin.
Malbatên ku ji wesayitê daketin xwestin bi meşê biçin cihê çalakiyê. Polîsên ku malbat dorpêç kirin anîn ziman ku biryara Walîtiya Kocaeliyê heye û gotin ew nikarin destûrê bidin. Li ser vê yekê malbatan li cihê xwe dest bi çalakiya rûniştinê kirin.
'Em vî şerî bisekinîn'
Ji hevdîtina malbatan a bi polîsan tu encam nehat bidestxistin. Polîsên ku Kurdî zanîbûn bi malbatan re ketin nava têkiliyê. Dayikên girtiyan ji polîsan re gotin:"Em dayik in. Her tişt ji bo zarokê me ye. Hûn nerêzdariyê li hemberî me nîşan didin.". Polîsan jî gotin "Dayika me jî heye" li ser vê gotinê dayikan jî gotin "Wê demê bila dayika te jî were û em bi hev re vî şerî bisekînin"
Piştî nîqaşan malbatan diyar kirin ku ew ê sibehê dîsa çalakiya xwe bidomînin û dawî li çalakiya xwe anîn.