Platforma jinan çû serdana dayikên di nobetê de

  • 14:37 17 Gulan 2019
  • Rojane
RIHA - Endamên Platforma Jinan a Rihayê, çû serdana dayikên  ji bo balê bikişîn ser rewşa xizmên xwe yên li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de di nobetê de ne.  
 
Çalakiya nobetê ya xizmên girtiyan ku ji bo balê bikişînin ser rewşa zarokên xwe yê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne  li Rihayê li avahiya HDP'ê çalakiya xwe ya nobetê di roja 9'emîn de berdewam dikin.  Rêveberên HDP'ê yên navend û navçeyên RIhayê, parlamentera Rihayê Ayşe Surucu û endamên Platforma jinan a Rihayê çûn serdana dayikên di nobetê de.  
 
'Divê ji daxwazên dayikan re bersîv bê dayîn'
 
Parêzer Sevda Ozçelîk li ser navê platformê axivî û diyar kir ku her kesê di warê qanûnî de berpirsiyar divê li vê çalakiyê xwedî derê û ji daxwazên dayikan re bibin bersiv. 
 
Piştre parlamenter Ayşe Surucu axivî û ev tişt got: "Birêz Oclana nikare mafên xwe yên qanûnî bi kar bîne. Divê wezîrê dadê qanûnan bike meriyetê. Ger tecrîd bê rakirin wê mirin pêk neyê û kaos biqede."