Dayikên li Edeneyê: Bi hev re têbikoşîn
- 14:32 17 Gulan 2019
- Rojane
EDENE- Malbatên girtiyan li Edeneyê çalakiya rûnîştinê li dar xistin û wiha bang li jinan kirin: "Divê hemû jin û partiyên siyasî guh bidin daxwazên berxwedêran. Bi hev re têbikoşîn."
Malbatên girtiyan ji bo balê bikişînin ser greva birçîbûnê û rojiya mirinê li Parqa Îsmet Înonuyê ya Edeneyê kom bûn. Rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK),TUAYDER'a Çukurovayê û parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogullari tevlî çalakiya malbatan bû.
Çalakiya malbatên girtiyan li gel dorpeça polîsan pêk hat. Malbatan li vir daxuyanî dan çapemeniyê, li ser navê malbatan Nejla Kocaman axivî û diyar kir ku girtî niha li ber mirinê re rû bi rû ne. Nejla, destnîşan kir ku wekî Dayikên Aştiyê li dijî mirinan li qadan cih xwe girtine û wiha got: "Di 8'ê adarê de heta îro li qadan li ber xwe didin. Em bang li hemû jinan dikin bila dakevin qadan. Her wiha divê partiyên siyasî jî guh bidin daxwazên berxwedêran. Niha 30 zarokên me rojiya mirinê didomînin. Divê gav bên avêtin."
Malbatên girtiyan bi dirûşma "Bijî berxwedanan zindanan" çalakiya xwe bi dawî kirin.