Li Qamişloyê çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir

  • 14:29 17 Gulan 2019
  • Rojane
Civîn Husên - Şêrîn Zêrevan
 
QAMIŞLO - Bi armanca piştgiriya çalakvanên greva birçîbûnê ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dirûşma "Em ê tecrîdê û faşîzmê têk bibin, Netewa Demokratîk mîsoger bikin", li Qamişloyê çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir.
 
Di pêşengtiya Kongreya Star û Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo piştevaniya çalakiyên greva birçîbûnê ya di pêşengtiya Leyla Guven, li Qamişloyê Çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir. Konê grevê li parka 19'ê Tîrmehê ya bajarê Qamişloyê hat vedan, kon bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Leyla Guven û çalakvanên greva birçîbûnê, alên Kongreya Star û Saziya Malbatên Şehîdan, hat xemilandin.
Çalakiya vekirî ku her roj wê 200 çalakvan tevlî bibin, her du rojan çalakvan tên guhertin, ji tevahî kantona Qamişloyê wê her roj bajarek, naveçeyek tevlî bibê, her roj dê saziyek tevlî çalakiyê bibe û ew sazî wê semînerekê li ser kar û xebatê xwe bide, çalakî seat 08:00'ê sibehê bi semînerê dest pê dike heta seat 11.00'an û heta seat 2:00'an sazî û dezgehên sivîl û rêveberiya xweser dê serdana kon bikin, saet ji 02:00'an heta 06:00'an jî istrahet e. Her wiha ji 06:00'an heta 09:00'an komên çand û hûnerê û dengbêj dê bistirên.
 
Çalakîya konê greva birçîbûnê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, paşê daxuyaniya çapemeniyê li ser navê Kongreya Star hat dayîn, daxuyanî ji aliyê Endama Meclisa PYD'ê Edalet Omer hat dayin.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Bi têkoşîneke bêhempa, îradeyeke mezin û bi israrek bê dawî îro li seranserî Kurdistanê û cîhanê çalakiyên greva birçîbûnê di pêşengtiya rêheval Leyla Guven dimeşe, ku îro bi hezaran kes di grevên birçîbûnê de ne. Armanca van çalakiyan ku Tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bişkê û faşîzim têk biçe. Ji bo wê jî em jî wek gelê Cizîrê bi hezkirin silavên xwe ji çalakvanên grevê re dişînin û dibêjin ku heta ku kestayetên wek we berxwedêr hebin, heta ku dayîkên berxwedêr li himber zilma pergalên desthildar û faşîzma polîsên dewleta Tirk têdikoşin, wê doza me têk neçe. Her çiqas êş û zehmetî hebin, lê wê serkeftin jî hebe. Wê çalakiyê me jî bidomin heta ku tecrîd têk biçe."
 
Divê ku xeteriya vê tecrîdê em nas bikin, sîstemên desthildar û kapîtalîst Rêber Apo xeteriya li dijî xwe dibîne. Ji bo ku mudaxeleya Rojhelata Navîn û li gor berjewendiyên xwe tev bigerin Rêber Apo dîl girtin. Lê nizanîbûn ku Rêber Apo di zindanê de be jî wê zindan bibe zaningeh ku îro her kes ji projeyên wî fêr dibe, îro bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo tevahî netewên Sûriyeyê xwe bi rêxistin kirine, bi saya vê fikrê em îro li ber xwe didin û bi ser dikevin. Loma jî kurd îro di Rojhelata Navîn pêşengên pirojeyên Demokeratîk û Çaresriyê ne. Pîvana hebûnê û jiyana azad ji bo me tenê berxwedan e, her çiqas berxwedan û çalakiyên me xurtir bin em ê bikaribin di demek nêz de tecrîdê bişkînin, Rêber Apo azad bikin."
 
Dewleta Tirk her lîstokan dike, loma wezîrê Dadê derdikeve û dibêje me tecrîd rakiriye, em dizanin ev piropoxanda ye ji bo hilbjartinên ku dixwazin dubare bikin. Dixwazin dengê gelê kurd qezenç bikin, divê em baş zanibin ku tecrîd ranebûye, hevdîtina ku parêzeran bi Rêber Apo re çêkir bi saya berxwedana çalakvanên gereva birçîbûnê bû. Loma divê em asta çalakî û berxwedana xwe mezin bikin heta dawiyê piştgiriya vê berxwedanê bikin, Rêber Apo azad bikin."
 
'Tu kes nikare vîna jinê bişkîne, heta dawiyê berxwedan'
 
Jinên tevlî Çalakiyê bûn nerînên xwe parve kirin.
 
Endama Rêveberiya Kongreya Star ya bajarê Qamişlo Munewer Xalid diyar kir ku armanca çalakiya wan ji bo piştgriya çalakvanên greva birçîbûnê ye û wiha got: "Em piştgriya xwe ji tevahî çalakgeran re nîşan didin û dengê xwe digihînin raya gitşî, êdî bes e ji tecrîdê re. Çalakiya me vekiriye û heta dawiyê jî em ê berxwedana xwe bidomînin, tecrîdê bişkînin, Rêberê Apo azad bikin."
 
Her wiha çalakvana bi navê Hediya Ebdo wiha got: "Konê me yê çalakiyê bê navber e, heta ku armanca çalakvanên greva birçîbûnê pêk neyê em ê çalakiyên xwe bidomînin. Îro tevahî jinên kurd, ereb, suriyan bi yek armancê kom bûne, heta dawiyê em ê di nav çalakiyan de bin, tu kes nikare vîna me bişkîne."