Malbatên Girtiyan ên li Bakirkoyê: Em ê sibêhê dîsa bên li ber girtîgehê

  • 14:08 17 Gulan 2019
  • Rojane
STENBOL - Malbatên girtiyan li dijî tecrîdê û ji bo piştgiriyê bidin rojiya mirinê û greva birçîbûnê dîsa li ber Girtîgeha Bakirkoyê li gel astengî û êrîşa polîsan kom bûn û çalakiya xwe pêk anîn. Malbatên girtiyan diyar kir ku dê sibêhê dîsa li ber girtîgehê kom bibin. 
 
Rojiya mirinê û grevên birçîbûnê ya ku li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatî destpêkirin didomin. Malbatên girtiyan ji bo piştgiriyê bidin zarokên xwe îro dîsa berê xwe dan li ber Girtîgeha Bakirkoyê. Endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), hevberdeka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulîstan Koçyîgît û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê Zuleyha Gulum tevlî çalakiya malbatan bûn. 
 
Bi dirûşmeyan meş li dar xistin 
 
Malbatên ku li ser E-5 Rêyaotoyê hatin gel hev, ji vir ber bi girtîgehê ve bi dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" meşiyan. Malbatên ku nêzî li ber girtîgehê bûn ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. Polîsan diyar kirin ku çalakiya ku pêk tînin qedexe ye û biryarnameyek nîşan dan. Parêzerên ku tevlî çalakiyê bûn xwestin biryarnameyê bibînin, lê polîsan biryarname nîşanî parêzeran nedan. 
 
Malbatan li gel nîqaşên di navbera polîs û parêzeran, dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Polîsan êrîş bir ser malbatên ku çalakî pêk tînin. Malbatên girtiyan destnîşan kir ku çend êrîş û astengî bên kirin jî dê dîsa sibêhê bên li ber girtîgehê û çalakiya xwe pêk binîn. 
 
Malbatên girtiyan bi dirûşma "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin" berê xwe dan Qada Şîrînevlerê. Welatiyên derdorê jî bi çepikan piştgirî dan malbatên girtiyan. Malbatan meşa xwe li avahiya Rêxistina HDP'ê a Bahçelîevlerê bi dawî kir.