Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
- 14:03 17 Gulan 2019
- Rojane
STENBOL - Malbatên 3 girtiyên li Îmraliyê li gel Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan girtî ne, ji bo biçin bi xizmên xwe re hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Birayê Abdullah Ocalan ê ku li Girtîgeha Tîpa F ya Îmraliyê ya bi Ewlehiya bilind e Mehmet Ocalan û vasiyê wî Mazlum Dînç, ji bo biçin Îmraliyê hevdtîinê bikin bi rêya parêzerên xwe li Serdozgeriya Komarê ya Burysayê serlêdan kirin.
Ji xizmên 3 girtiyên din ên li Îmraliyê birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar û xwişka Veysel Aktaş Sabîha Aslan jî bi rêya parêzerên xwe ji bo biçin li îmraliyê hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Burysayê dan.