‘Parka Koşuyolu çima girtî ye?'

  • 13:36 17 Gulan 2019
  • Rojane
ENQERE - Parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel, têkildarî dorpêç û girtina Parka Koşuyolu ya Amedê pirsname da meclîsê û pirsa "Çima Parka Koşuyolu 12 roj in bi bariyerê polîsan girtî ye ji Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu pirsî. 
 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Semra Guzel, têkildarî dorpêç û girtina Parka Koşuyolu ya Navçeya Rezan a Amedê ku 12 rojin girtî ye pirsname da meclîsê û pirsa "Parka Koşuyolu çima girtî ye ? Ji wezîrêKarên Hundir Soylu pirsî. 
 
Parka Koşuyolu ya Navçeya Rezan a Amedê ku parka navendî ye û herî zêde di saetên êvaran de mirov lê bêhna xwe didin, 12 rojin bi bariyerên polîsan hatiye girtin. 12 rojin park di bin dorpêça polîsan de ye. Parlamentera HDP'e Semra Guzel,  diyar kir ku ji saet 12.00'ê 5'ê gulana 2019'an heta niha di bin dorpêçê de ye û wiha got: "Her roj beriya çalakî dest pê bike hemû park tê valakirin. Destur nadin ku kes têkeve parkê. 12 rojin park di bin dorpêçê de ye. Di qanûnê de ji bo çalakiyên civîl ev qad ne qedexe ne û tu astengî li pêş wê tune. Çima hatiye dorpêçkirin. Girtina Parka Koşuyolu tenê jibo ku çalakî tên li darxistin hatiye girtin çiqas hiqûqî û zagonî ye. Çima destûr nadin ku kes têkve parkê?"