Polîs li Şaredariya Nisêbînê hat bicihkirin
- 12:00 17 Gulan 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Di çarçoveya “tedbîrên guncav ên ewlehiyê” yên Qaymeqamiya Nisêbînê de polis di têketina şaredariya Nêsibînê hatin bicihkirin.
Polisan di 14’ê Gulanê de bi nivîsa çekûya “veşarî” ya Wezareta Karên Hundir, xwestibûn cîhazên X-ray di têketina Şaredariya Nêsibînê de bi cih bikin. Ji ber vê yekê di navbera hevşaredar û polisan de nîqaş derketibûn û ev yek ji ber tunebûna nivîsa fermî hatibû astengkirin.
Li ser vê yekê îro serê sibehê 2 polis di têketina şaredariyê de hatin bicihkirin. Polis, li şûna nivîsa fermî, bi nivîsa Qaymeqamiya Nisêbînê peywirdarkirina polisan “guncav” dîtiye, hatin bicihkirin.