'Em ê bi rihê Leyla tekoşîna xwe mezin bikin û Efrînê rizgar bikin'

  • 11:32 17 Gulan 2019
  • Rojane
ŞEHBA - Jinên ku tevlî çalakiya Kongreya Star bûne hêstên xwe anîn ziman û gotin: "Em ê bi rihê Leyla tekoşîna xwe mezin bikin û Efrînê rizgar bikin."
 
Bi pêşengtiya Rêxistina Kongreya Star a Efrînê xwedî li xwesteka Leyla Guven bi vedana çadirê hat derketin, jinên ku beşdarî çalakiyê bûn nerînên xwe parve kirin. 
 
'Em m ê berxwedana xwe berdewam bikin '
 
Rûqeye Bekir berxwedana zindanan pîroz kir û wiha got: "Em m ê berxwedana xwe berdewam bikin heya tecrîdê li ser Serok Apo radikin û siyaseta Erdogan ya faşist bi îradeya me dê hilweşe."
 
'Bi laçikên xwe em xwedî li xwesteka dayîkên aştiyê derdikevin'
 
Rêveberiya Kongreya Star Emîne Silêman li ser çalakiya vedana çadirê axivî û got: "Em jinên Efrînê bi vedana çadirê xwedî li xwesteka Leyla Guven û rêhevalên wê derketin, em ê bi laçikên xwe ya sipî jî xwedî li xwesteka dayîkên aştiyê derkevin û tecrîdê hilweşînin."
 
'Em ê dîwaran hilweşînin û Efrînê rizgar bikin'
 
Emîne wiha domand: "Ji bo tecrîda giran li ser Serok Apo were rakirin Leyla Guven 191 roj in ji berxwedana xwe derbas kir û berdewam e, em jî li Şehbayê her û her di nava çalakiyan de bin heya tecrîd were şikandin, dewleta Tirk çi dike bila bike em ê dîwaran hilweşînin û Efrînê rizgar bikin, em ê berxwedana xwe her û her bidomînin."
 
'Xwesteka Leyla xweseteka me hemûya ye'
 
Henîfe Îmo li ser çalakiya greva birçîbûnê axivî û wiha got: "Em ê bi îradeya xwe tecrîdê bişkînin û faşizimê têk bibin, em ê xwedî li xwesteka Leyla Guven derkevin ji ber ku xwesteka wê xwesteka me hemûya ye, berxwedana me di bin kampan de ji bo azadiya Serok Apo ye."