Li girtîgehan rewş giran dibe: Girtiyên koma ewil xwînê vedirêşin
- 09:25 17 Gulan 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Malbatên girtiyan, a li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê ku greva birçîbûnê didomînin, diyar kirin ku rewşa girtiyan nebaş in û wiha gotin: “Moral baş e lê tenduristî ne baş e. Girtiyên koma ewil xwînê vedirêşin. Heta dengê me neçe hemû mirovan em ê her tiştî bikin.”
Çalakiya greva birçîbûnê ya bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li girtîgehên Tirkiye û herêmê hatin destpêkirin didomin. 5 jê jin 30 girtiyan greva xwe veguhertin rojiya mirinê. Rewşa girtiyan her diçe giran dibe. Malbatên girtiyan jî diyar kirin ku divê demildest gav bê avêtin.
Li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê ku bi dehan girtî di grevê de ne, 6 girtî ji 5’ê çîlê de ye di grevê de ne. Girtiyên ji 1’ê adarê de jî ketinê grevê çalakiya xwe didomînin. Hat diyar kirin ku rewşa girtiyên di koma ewil de cih digirin nebaş e û xwînê vedirêşin.
‘Girtiyên koma ewil xwînê vedirêşin’
Hevî Turk bertek nîşanê rewşa tê jiyîn da û wiha got: “Hevjînê min ji 1’ê adarê de ye di grevê de ye. 20 kîlo da. Nikarin tevlî runiştinan bibin. Rewşa wan ne başe. Moral baş e lê rewşa tenduristiyê nebaş e. Gelek nexweşî bi girtiyan re derket. Hevjînê min di hevdîtina dawî de got çavê min tarî dibe. Em jî nizanin çi bikin. Em nizanin derdê xwe ji kê re bêjim. Em vê ji kê re bêjin?”
‘Bila ev zext bi dawî bin’
Dayika Serdar Dînç yê li girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê girtiye û ji 1’ê adarê de di greva birçîbûnê de ye, Şukran Dînç da zanîn ku kurê wê 15 kîlo daye û ev tişt bi lêv kir: “Ji 1’ê Adarê de di grevê de ye. Rewşa wî ne baş e. Ez çûm cem wî. Daxwaz kirin ku tecrîd demildest rabe. Em aştiyê dixwazin. Bila êdî kezeba dayikan neşewite. Şev û roj li ber çavên me heliyan. Moralê wan baş e, di alî fîzîkî û tenduristiyê de nebaş in. Zarokên me yek deqeyê ji bîra me naçin. Heta zarokên me berxwe bidin em ê jî ji kolanan li ber xwe bidin."