'Em ê ji bo axa xwe û azadiya xwe her dem li ser piya bin'
- 09:09 17 Gulan 2019
- Rojane
Ronîda Hacî –Sorgul Şêxo
HESEKÊ - Hevseroka Desteya Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Welîda Botî meha şehîdan li malbat û rêhevalên wan pîroz kir û got: "Şehîdên me rûmeta me ne."
Hevseroka Desteya Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Welîda Botî meha şehîdan li malbat û rêhevalên wan pîroz kir û got:"Me bi şehadetê xwe naskir ,em bi şehadetê bûn netew. Em ê ji bo axa xwe û azadiya xwe her dem li ser piya bin."
Welîda got:"Meha gulanê di dîroka me de meha şehîdan e. Me bi şehadetê xwe naskir ,em bi şehadetê bûn netew, partiya me xwedî bîngehek xurt û mîrasekî pîroz e, ji ber ku xwediyê vê partiyê şehîd in."
'Erka her mirovekî xwedî li nirxên şehîdan derbikeve û biparêze ye'
Welîdayê di dewama axaftina xwe de got: "Ev serkeftin û deskeftiyên ku di şoreşa Rojava de me bi dest xistiye bi ked û xwîna şehîda ye. Di heman demê de ji bo parastina ax û azadiya gelan canê xwe feda kirin, ji bo wê jî erka her mirovekî ye ku xwedî li keda şehîdan derkeve û parastina nirxên pîroz bike."
'Hebûna gel bi keda şehîda ye'
Welîdayê got: "Bi milyonan şopdarê rêka şehîd Heqî Kerar ji bo doza azadiyê gihaştin asta şehadetê. Rêxistina gel û ewlehiya ku tê de dijî bi keda xwîna şehîda ye. Niha jî em soza şopdariya xeta azadiyê di şexsê şehîd Heqî Karer de nû dikin .”
'Berpirsyarî û pêşengtiya herî mezin a malbatê şehîda ye'
Welîdayê axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Em sersaxî ji hemû malbatê şehîdan re dixwazin, lê ji bo pêkanîna armanca, xwn û xeyalên şehîdan berpirsyartî û pêşengtiya herî mezin a malbatê şehîdan e."