'Em ê bi hêz û îradeya gel sînoran hilweşînin'

  • 09:05 17 Gulan 2019
  • Rojane
Hesna Muhemed
 
ŞEHBA - Jinên Kantona Şehbayê sînorên dewleta Tirk û bêdengiya dewleta Sûriyeyê şermezar kirin û gotin: "Em ê bi îrade û hêza gel sînoran hilweşînin."
 
Derbarê dîwarên ku dewleta tirk di navbera Şehba û Efrînê de çê dike jinê Şehbayê gotin:"Ev neheqiya tu carî nayê qebûlkirin. Em ê her li piya bin da ku ev neheqî bi dawî bibe."
 
'Efrîn tu carî ji Sûriyeyê qut nabe'
 
Fatimê Muhemed axivî û got: "Em li dijî lêkirina dîwaran ên di navbera Efrîn û Şehbayê de ne. Em tu carî parçekirina xaka xwe qebûl nakin. Em jin in û li hember dagirkeriya dewleta Tirk em ê bisekinin. Ne mafê dewleta Tirk e ku axa me parçe bike. Efrîn tu carî ji Sûriyeyê qut nabe."
 
'Em ê sinoran, bi keda jina Efrînê û Şehbayê hilweşînin'
 
Her wiha Heyet Ehmed jî weke jinek ciwan a Kantona Şehbayê avakirina dîwaran wiha şermezar kir û got: "Em weke jinên ciwan sînorên dewleta Tirk ên ku di navbera Efrîn û Şehbayê de şermezar dikin, bi xwesteka ku şer li ser xaka Sûriyeyê dijwar bibe ev dîwar hat lêkirin. Em  Kurd û Ereb hemû yek in, Sûriye ya Sûriyeyê ye, em ê bi îrade û hêza gel van sînoran hilweşînin."
 
'Êdî bes e ji bêdengiya dewletan re'
 
Xedîce Hesen jî wiha axivî û got: "Em sînorên dewleta Tirk qebûl nakin, êdî bes e ji kiryara li ser gelê Sûriyeyê, em matmayî ne li hember bêdengiya kesên ku dibêjin em xwedî li mafê gel derdikevin. Erdogan bi armanca vegera dewleta Osmanî ev kiryarana pêk tîne, em ê ji bo welatê xwe şer bikin, em ê Efrînê bi keda jina Efrînê û Şehbayê rizgar bikin.”