Ji girtiyê di grevê de bang: Bi rihê Kobanê û Şengalê dakevin qadan

  • 09:01 17 Gulan 2019
  • Rojane
Rojda Aydin
 
MÊRDÎN – Dayika Girtiyê bi navê Hafzullah Kaçmaz ê ku di Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa T1 a Hîlwan a Rihayê de ye 30 sal cezayê heta hetayê lêhatiye birîn, 14 sale jî di girtîgehê de ye û di greva birçîbûnê de ye Vesîle Kaçmaz, diyar kir ku kurê wê bi rêya telefonê bi wan re axiviye, diyar kiriye ku rewşa gitiyan giran e û ev bang kiriye: “Bi rihê Kobanê û Şengelê bila gel dakeve qadan.”
 
Dayka Hafzullah Kaçmaz ê ku di Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa T1 a Hîlwan a Rihayê de ye 30 sal cezayê heta hetayê lêhatiye birîn û 14 sale di girtîgehê de ye Vesîle Kaçmaz diyar kir ku kurê wê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan  bi dawî bi ji 1’ê Adarê vir di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. Vesîle ya ku got rewşa girtiyan roj bi roj giran dibe banga hestiyariyê li raya giştî kir.
 
‘30 sal cezayê heta hetayê lê hatiye birîn’
 
Dayika Hafzullah, Vesîle Kaçmaz anî ziman ku kurê wê tevlî refên azadiyê bûye û piştî 5 salan li Êlihê hatiye girtin û wiha got: “Kurê min dema hat girtin 5 salan di Girtîgeha Êlihê, 3 salan di Girtîgeha Mîdyatê, 4 sal di Girtîgeha Tokatê, du sal û nîvan jî li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê ma û niha jî ev saleke li Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa T1 a Hîlwan a Rihayê de tê girtin. Kurê min tim bi awayekê neheq ji girtîgehan tê sirgûn kirin. 30 sal cezayê heta hetayê lê hatiye birîn.”
 
‘Rewşa girtiyan girane’
 
Vesîle, bal kişand ser greva birçîbûnê û rewşa gitiyan û  bi lêv kir ku kurê wê jî ji 1’ê Adarê vir de dest bi greva birçîbûnê kiriye û ev tişt got: “Dema em çûn hevdîtina wî ji me re digot em gelek başin, moral û matîvasyona me gelek başe. Lê belê gelek zêde zeyîf bûne.  Ev meheke hîn neçûme hevdîtina wî. Rewşa girtiyan roj bi roj giran dibe. Ew di hindûr de ne û em nizanin ku di hundir de rewşa wan çawa ye.”
 
'Bila gelê me bêdeng nemîne'
 
Vesîle anî ziman ku kurê wê herî dewî bi telefonê bi wan re axviye, banga hestiyariyê kiriye û ev tişt gotiye: “Ez hemû helên di çalakiyê de silav dikim. Bila hevalên me moralên xwe bilind bigirin.  Tenê bi çalakiya malbatên girtiyan û girtîgehan pirsgirêk çareser nabe divê hewmû gelê me li dijî tecrîdê rabe ser piyan. Gelê me yê Ewropa ji xwe hemû rabûne ser piyan û piştgirya xwe mezin kirine. Ger ku gelê me û sazî û dezgehên naventeweyî yên mafên mirovan diparêzin zexteke mezin li Erdogan nekin dê Erdogan neyê rê .  Divê gelên me yê bakur bi rihê Kobanê û Şengalê derbikevin kolanan.  Li girtîgegehan bi sedan heval li ber mirinê ne. Rewşa hevalên koma pêşî giran e. Em bang li gelê xwe dikin ku xwedî girtiyan  derbikevin. Ger ku cenaze ji girtîgehan derbikevin ev wê ji bêdengiya gelê me biqewime.”
 
'Em daxawaza azadiya serokê xwe dikin’
 
Vesîle, bi lêv kir ku di şexsê Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven de li girtîgehan grevên birçîbûnê ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatine destpêkirin daxwazeke di cih de ye û wiha pêl da axaftina xwe: “Em û  zarokên xwe dixwazin ku ev tecrîd bê rakirin û azadî pêk bê. Bila daxwaza zarokên me bi cih bînin.   Ger ku ev tecrîd neyê rakirin dê li girtîgeha rewş giran bibe û dibe ku cinaze jî derbikevin. Em naxwazin ku êdî tu dayik bigirîn.”
 
‘Îro roja roja deng derxistinê ye’
 
Vesîle, bang li dewleta tirk kir ku daxwaza Leyla Guven û girtiyan bi cih bîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Îro roja roja deng derketinê ye. Îro êrîşên li dijî dayikên me tên kirin. Divê em li hember van êrîşan derbikevin û ji bo daxwaza zarokên me bi cih were dakevin qadan. Ger ku em îro bêdeng bimînin ji tişta bê serê zarokên me em ê berpirsiyar bin. .”