ROJEVA 17'Ê GULANA 2019'AN

  • 09:00 17 Gulan 2019
  • Rojev
*Dayika Girtiyê bi navê Hafzullah Kaçmaz ê ku di Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa T1 a Hîlwan a Rihayê de ye 30 sal cezayê heta hetayê lêhatiye birîn, 14 sale jî di girtîgehê de ye û di greva birçîbûnê de ye Vesîle Kaçmaz, diyar kir ku kurê wê bi rêya telefonê bi wan re axiviye, diyar kiriye ku rewşa gitiyan giran e û ev bang kiriye: “Bi rihê Kobanê û Şengelê bila gel dakeve qadan.” BI DÎMEN
 
*Jinên Kantona Şehbayê sînorên dewleta Tirk û bêdengiya dewleta Sûriyeyê şermezar kirin û gotin: "Em ê bi îrade û hêza gel sînoran hilweşînin." BI DÎMEN
 
*Îpek Denîz û Nîlgun Kutal Demîrtaş bal kişandin ser qada tendûrisiyê û gotin ku mafê perestaran tê binpêkirin û keda wan nayê dîtin. Îpek û Nîlgun mijara ked û pirsgirêkên perestaran kirin mijara belgefîlmê.  BI DÎMEN
 
*Li Kooperatîfa Jinan a Taxa Nasira berhemên demsalê bi keda hevpar tê amadekirin û li firoşxaneyên bajêr digihêjin ber destê dîdarê xwe. BI DÎMEN
 
*Hevseroka Desteya Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Welîda Botî meha şehîdan li malbat û rêhevalên wan pîroz kir û got: "Şehîdên me rûmeta me ne." BI DÎMEN
 
*Parêzer Ceren Şîmşek balkişand ser çanda bêcezabûnê ya rê li ber îstîsmara zayendî vedike û berpirsyariya dewletê ya di pêşîgirtina îstîsmara zayendî de û wiha got: “Ji ber desthilatdariyeke ku her carê pêşnûme qanûnên dijberê zarokan derdixe, pergalek ku sûcdar diparêze ava bûye. Gelo dewleta ku divê zarokan biparêze heta niha çi kiriye?
 
*Kampanyaya KESK’ê ya ‘Ji bêewlebûnê re bes, karê bi ewle mafê bi ewle’ wê di 24’ê gulanê de li ber wezareta xebatê bidawî be. Sekretera Jinan a KESK’ê Gulîstan Atasoy ji bo çalakiyê bang kir û wiha got: “Em ê ji nêz ve dengê xwe bi Wezareta Xebatê ku dengê karkeran nabihîzin, bidin bihistin.” BI DÎMEN
 
*Rojnameger Zeynep Kuray ku dema çalakiyên ji bo greva birçîbûnê pêk dihatin dişopand hat binçavkirin, wiha got: “Em ji ber rojnamegerên ku wek memurên dewletê dixebitin hatine vê rewşê. Ji ber ku em rastiyan dinivîsin hedef tên girtin."BI DÎMEN
 
*Koma Piştgiriya Kesên Li Edeletê Digerin, Almanagi ya Cînayetên Kar a 2018’an derxist. Di beşa têketinê ya Almanagi de ku diyariyê zarokên di encama cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane hatine kirin, de armanc û daxwazên malbatan hat nivîsin û malbatan diyar kir ku bi salane di têkoşîna ku didin de tenê hatine hiştin.
 
*Zelal Fîdan li girtîgeha Tîpa D ya Amedê ji 1’ê Adarê de ye di greva birçîbûnê de ye. Dayika wê Urmiye Fîdan da zanîn ku bi rakirina tecrîdê wê aştî bê û wiha got: “Zarokên me gotin ‘çalakiya me ne vala ye, hûn jî bawer bikin’. Baweriya me bi zarokên me tam e.”
BI DÎMEN
 
* Malbatên girtiyan, a li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê ku greva birçîbûnê didomînin, diyar kirin ku rewşa girtiyan nebaş in û wiha gotin: “Moral baş e lê tenduristî ne baş e. Girtiyên koma ewil xwînê vedirêşin. Heta dengê me neçe hemû mirovan em ê her tiştî bikin.”
BI DÎMEN