TJA'yê xwarina fitarê da jinan

  • 08:37 17 Gulan 2019
  • Rojane
AMED - TJA’yê bi bernameya sifra erdê ya fitarê bi jinan re civîya û xwarina fitarê da jinan. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) bi bernameya sifra erdî ya fitarê bi jinan re li Parka Roboskê ya navçeya Peyasa Amedê civiya û xwarina fitarê da. Parlementerên HDP'ê yên Amedê Remziye Tosûn û Semra Guzel, Hevşaredara Peyasê Kezban Yilmaz, Hevşaredara Sûrê Sevîm Coşkun, Dayikên Aşitiye, Malbatên Girtiyan, Meclîsa Jinan a HDP'ê, Meclîsa Jinên Ciwan a HDP’ê, Meclîsa Ciwanan a HDP'ê, Rêveberên HDP'ê yên navçe û bajêr û gelek welatî beşdarî xwarina sifra erdê ya firatê bûn. Di bernameya fitarê de beşdaran dirûşmên “Bijî Berxwedana Zindanan”, “Her der zindan her der berxwedan”, “Leyla Guven rûmeta me ye”, “Amed neraze li zindanan xwedî derkeve” û “Em ê bi berxwedanê bi serkevin” berz kirin. 
 
Piştî fitarê jinan ji bo balê bikşînîn ser çalakiya grevên birçîbûnê ya ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meşek li dar xist. Di meşê de dirûşmên piştevaniyê berz kirin. Welatiyên li derdorê bi fîtik û çepikan, erebeyan jî bi korneyên xwe piştgirî dan meşê. Meşa bi tilîlî û çepikan domkirî di nava kolanan de bi dawî bû.