Buroya Hiqûqê ya Asrînê derbarê daxuyaniya wezîrê dadê de daxuyanî da
- 17:50 16 Gulan 2019
- Rojane
STENBOL - Di daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Asrînê ku derbarê daxuyaniya wezîrê dadê de hat dayîn wiha hat gotin: "Mafê hevdîtin ji bo birêz Oclan yê bi parêzer, malabt, telefon û nameyan pêdiviyeke hiqûqî ku divê bê bicihanîne."
Wezrîrê Dadê Abdulhamît Gul, derbarê hevdtîna Abdullah Ocalan bi parêzerên wî re daxuyanî da û got ku qedexeya hevîdtinê hatiye rakirin. Buryroya Hiqûqê ya Asrînê jî derbarê daxuyaniya Wezrîê Dadê Abdulhamît Gul de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Wezîrareta Dadê derbarê hevdîtina birêz Abdullah Ocalan a bi parêzerên wî re daxuyaniyek da û got ku astengkirina dadgehê ya daxwaza hevdîtina bi birêz Abdullah Ocalan re rakiriye. Wezaretê bi vê daxuyaniyê aşkera kiriye ku qedexeya hatiye rakirin bi raya giştî re parve dike.
Me agahiya ku di 2'yê gulanê de bi muwekîlê xwe Abdullah Oclan re hevdîtin kiriye di 6'ê Gulanê de ragihand. Piştî hevdtîina di 2'yê Gulanê de me tu hevdîtin nekiriye. Ji bo serêlêdanên me yên nû ên ji bo hevdîtin jî tu bersîv nehatiye dayîn. Herwiha hevdîtina bi birêz Abdullah Ocalan a bi malbata wî re jî bi hinceta cezayê dîspîplînê ji 22'yê Nîsana 2019'an ve bi biryara dadgehê hatiye astengkirin.
Wê ku di daxuyaniya wezaretê jî de hatiye gotin, ev qedexeya dijhiqûqî piştî ku hatiye rakirin, divê hevdîtina muwekîlê me bi parêzerên wî re bi awayê peryodîk bê kirin.Mafê hevdîtin ji bo birêz Oclan yê bi parêzer, malabt, telefon û nameyan pêdiviyeke hiqûqî ku divê bê bicihanîne.
Ji ber vê em vê daxuyaniya wezareta dadê ku di warê pêkanîna hiqûqê de saziya peywirdar e wekî pêkanîna hiqûqî ku divê bihata kirin bi nav dikin û bang li hemû saziyên têkildar dikin ku li gorî hiqûqê tevbigerin.
Herwiha di daxuyaniya hatiye dayîn de agahiya ku Komîteya Astengkirina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) piştî sala 2016'an cara yekê li Îmraliyê kiriye jî hatiye parvekirin. Em li bendê ne ku rapoar CPT'ê di demek nêzîk de bi raya giştî re bê parvekirin."