Parêzerê Abdullah Ocalan: Em vê daxuyaniyê wekî temînat qebûl nakin
- 16:32 16 Gulan 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Rezan Sarica diyar kir ku daxuyaniya Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul ya derbarê hevîdtina Abdullah Ocalan bi parêzerên wî re ne nûye û wiha berdewam kir: "Em vê daxuyaniyê wekî temînat qebûl nakin. Herwiha ji bo hevdtîna bi malbatê re rî di 10'ê Gulanê de qedexeyeke din a nû ya derbarê hevdîtinê de ji me re hat ragihandin."
Wezrîrê Dadê Abdulhamît Gul, a derbarê hevdtîna Abdullah Ocalan bi parêzerên wî re daxuyanî da û got ku qedexeya hevîdtinê hatiye rakirin. Li ser vê parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Rezan Sarica ji Medya Haberê re nirxaandin kir.
Hevdîtina bi malbatan re qedexe kirin
Rezna wiha berdewam kir: "Me ev biryara derbarê muwekîlê xwe de di 6'ê Gulanê de ragihand. Ev ne agahiyeke nû ye. Piştî hevdtîina di 2'yê Gulanê de me tu hevdîtin nekiriye. Ji bo serêlêdanên me jî tu bersîv nehatiye dayîn. Em vê daxuyaniyê tenê wekî temînat nabînin. Herwiha di 10'ê Gulanê de jî ji bo malabatan hevdîtin ji nû de hat qedxekirin û ji me re hat ragihandin.