Hevdîtina Şêwekariyê li Kobanê bi belavkirina xelatan bi dawî bû

  • 15:32 16 Gulan 2019
  • Rojane
KOBANÊ - Duyemîn hevdîtina Rojava a Hunera Şêwekaran ku bi dirûşmeya "Vîna welatê Zeytûnan ji terora we bi hêztir e" bi sempozyomê li eywana Newroz ya Kobanê di dîroka 10'ê Gulanê dest pê kiribû îro bi belavkirina xelatan bi dawî bû.
 
Li ser navê desteya Çand û Hunera herêma Cizîrê Şêrîn Mihemed axivî û wiha got: "Di destpêkê de em sipasiya desteya Çand û Hunera herêma Firatê dikin, ji ber ku hevdîtineke wiha çêkirin, îro hevdîtin bi dawî bû sipasiya beşdarbûna mêvan û şêwekaran dikin. Hêviya wan jî ew e ku hevdîtina sêyemîn li Kantona Efrînê be."
 
Piştî axaftinê xelat li şêwekaran hatin belavkirin. 
 
Hêjayî gotinê ye ku pêşangeh li herêma Cizîrê ya Çand û Hunera Mihemed Şêxo wê were li darixistin û wê semîner jî werin dayin piştre xelat werin belavkirin.