Kongra Star a Efrînê xwedî li daxwazên girtiyan derket
- 15:30 16 Gulan 2019
- Rojane
ŞEHBA - Bi dirûşma "Em ê bi berxwedana zindanan bi ser bikevin û azadiya Rêber Apo mîsoger bikin" Rêxistina Kongreya Star a Efrînê bi vedana çadirê ya li Navçeya Ehdas a Şehbayê, xwedî li daxwazên girtiyan derket.
Bi pêşengtiya Kongreya Star çadira xwedî derketina berxwedêrên zindanan bi dirûşmeya "Em ê bi berxwedana zindanan bi serkevin û azadiya rêber Apo misoger bikin" li qada Ehdas a Şehbayê vedan. Qad bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, berxwedêrên zîndanan û pakrewanên azadiyê her wiha pankertên bi nivîsa "Em ê tecrîd û faşizimê têk bibin, Netewa demokratîk misoger bikin", "Berxwedana çalakvanên greva birçîbûnê pîroz e", "Em hemû Leyla û Nasir in" hat xemilandin.
Bi tevlîbûna sedan jinên ji Rêxistina Kongreya Star, berxwedana xwe bi laçikên sipî ji dayîkên aştiyê re yên ku li pêşiya deriyên zîndanan ketine greva birçîbûnê nîşan dan. Her wiha serdanên ji gelê kampa Berxwedan û Navçeya Ehdas, endamên sazî, dezgeh, meclîs û komînan çêbû. Jinên ku beşdarî çalakiya vedana çadirê bûne bi laçikên spî berxwedana xwe diyar kirin. Çalakiya vedana çadirê ji saet 11'an heta 4’an berdewam dike û wê 9 rojan berxwedana xwe bidomînin.
Çalakî bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Paşê axaftin ji aliyê Rêveberiya Kongreya Star a Kantona Efrînê Ayşe Xezne, li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Mûşîre Mele Hisên, li ser navê Meclîsa Kantona Efrînê Nûrşan Hisên hat kirin. Di axaftinan de balkişandin ser berxwedana zindanan û gotin: "Em bi rihê berxwedana zindanan Serok Apo azad bikin û Efrînê rizgar bikin, em hemû Leylan e, berxwedana greva birçîbûnê li Serok Apo pîroz be, heya dawiyê em ê weke gelê Efrînê di nav çalakiyan de bin û berxwedana xwe berdewam bikin. Efrîn bi itîfaqiya Rûs û Tirkan hat dagirkirin, lê em ê bi berxwedana xwe vê komployê vala derxînin.”
Gel guhdarî perspektîvên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kir. Gelê ku beşdarî çalakiyên vedana çadirê bûn bi helbest û stranên xwe berxwedana zindanan anîn ziman.
Çalakî bi dirûşmeya "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.