Kampanya nameyan a ji bo Leyla Guven didome
- 15:29 16 Gulan 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven 190 roj in li dijî tecrîda li hemberî Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye. Kampanya nameyan a ji bo Leylayê didome.
Kampanya nameyan a ji bo Leyla Guven bi navê "Nameyek, hezar hêvî" pêk tê û ji aliyê Jinên Ciwan ên Azad û Jinên Xwendekar ên Kurdistanê ve tê birêvebirin didome.
Bi dehan nameyên heta niha hatine nivîsandin li navenda Jinên Ciwan ên Azad kom bûne. Her du saziyên jinan bang li jinên ciwan kirin ku hestên xwe binivîsînin û bi rêya Facebookê bigihînin navnîşanên Jinên Xwendekar ên Kurdistanê. Name wê bi rengekî komî ji Leyla Guven re bên şandin.