Malbatên Girtiyan: Em bibin dengê zarokên xwe

  • 15:14 16 Gulan 2019
  • Rojane
WAN - Malbatên girtiyên yên li gel astengiya polîsan daxuyanî dan diyar kirin ku ew ê bibin dengê zarokên xwe.
 
Malbatên girtiyên ku zarokên wan li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, li Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY DER) a Wanê hatin gel hev. Li gel malbatan parlamenterên HDP'ê yên Wanê,parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz  û gelek welatiyan jî cih git. Dayikên ku xwestin ji Komeleyê ber bi Kolana Hunerê bimeşin bi astengiya polîsan re rûbirû man. Polîsê ku destûr neda dayik bimeşin dîmenên ku ji aliyê rojnamegeran ve hatin kêşandin jî jê birin û di lêgerîna GBTê re derbas kirin.  
 
'Em ê bibin dengê zarokên xwe'
 
Ji ber ku ji daxuyaniyê re destûr nehat dayîn kesên li komeleyê kom bi kom hatin derxistin. Girseya ku dayik di nav de bûn derbasî avahiya HDP'ê ya Wanê bû. Li ser navê Dayikan Emîne Atak a ku keça wê 151 roj e li Girtîgeha Tîpa F ya bi Ewlehiya Bilind e Necla Atak daxuyanîda û wiha got: "Armanca me em dengê zarokên xwe bidin bihîstin. Lê polîsan dora me girt. Em aştî û azadiyê dixwazin."
 
Daxuyanî bi lîlandin û dirûşman bi dawî bû.