Jinek Êzidî radestî malbata wê hat kirin

  • 15:05 16 Gulan 2019
  • Rojane
ŞENGAL - Di 6'ê Gulanê de 27 Kurdên Êzidî yên ku hatibûn rizgarkirin gihaştibûn Şengalê û bi merasîmekê  radestî malbatan hatibûn kirin. Gulistan Faris Reşo ya 16 salî jî ji ber tenduristiyê dihat tedawîkirin loma radestî malbata xwe nehatibû kirin. Gulistanê piştî tedawiyê radestî malbata xwe hat kirin. 
 
Di 6'ê Gulanê de 27 Kurdên Êzidî yên ku ji aliyê QSD'ê ve hatibûn rizgarkirin gihaştibûn Şengalê û bi merasîmekê  radestî malbatan hatibûn kirin. Gulistan Faris Reşo ya 16 salî jî ji ber tenduristiyê dihat tedawîkirin loma radestî malbata xwe nehatibû kirin. Gulistanê piştî tedawiyê ji aliyê TAJÊ û Meclîsa Demokratîk ya Xweser  a Xanesorê radestî malbata xwe hat kirin. 
 
Malbata Gulistanê bi kêfxweşî ew peşwazî kirin. Li ser navê malbata Gûlistan Faris Xalîde Xwedêda ku ew  jî ji destên çeteyan hat rizgarkiri, kêfxweşî û hestên xwe wiha bi lêv kir: “ Ji bo me rojek gelek xweş e îro, em gelek kêfxweş in. Em tu carî başiya QSD'ê ji bîr nakin."
 
Li ser navê Meclîsa Xanesorê Hena Elyas axîvî û got: “ Di serî da ez xêr hatina malbatên ku hatine pêşwaziya keçê xwe dikin. Gulistan Faris jî ji ali yê Mala Êzîdiyan radestê me kirin. Ev demekê tedawî dibû, piştê ku tedavî wê hat temam kirin, em radestê malbatê wan dikin. Em spasiya QSD,YPG,YPJ dikin. Her wiha em spasiya Mala Êzîdiyan dikin.”