Malbatan li gel astengiyan polîsan li Bakirkoy û Edeneyê çalakî li dar xistin

  • 14:28 16 Gulan 2019
  • Rojane
STENBOL - Malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de ku xwestin piştgiriyê bidin zarokên xwe îro jî berê xwe dan ber Girtîgeha Bakirkoyê. Malbatan cihê ku hatin rawestandin li vir dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Li Edeneyê jî dayikên girtiyan li Parqa Îsmet Înonuyê li gel dorpêça polîsan çalakiya rûniştinê li dar xistin. 
 
Malbatên girtiyan ên ku zarokên wan li dijî tecrîdê di grevê û rojiya mirinê de ne îro careke din xwestin biçin ber Girtîgeha Bakirkoyê ya Jinan. Malbatên ku li ser E-5 Rêyaotoyê hatin gel hev, li dijî mudaxaleya polîsan malbatên girtiyan vê carê cihê ku kom dibin li vir dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) tevlî çalakiya malbatan bûn. Piştî çalakiya rûniştinê malbatan xwestin li ser bihorka jorin derbasî aliyê din yê rêyê bibin lê ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. 
 
Malbatan piştre bi meşê berê xwe dan avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Bakirkoyê. Malbatên girtiyan di meşê de dirûşma "Bijî berwedana zindanan" berz kirin. 
 
Li Edeneyê malbat hatin dorpêçkirin
 
Li Edeneyê jî dayikên girtiyan xwestin bal bikişînin ser greva birçîbûnê û rojiya mirinê li Parqa Îsmet Înonuyê li hev civiyan û dest bi çalakiya rûnîştinê kirin. Partiyên siyasî û rêxistinên sivîl jî piştgirî dan çalakiya dayikên girtiyan.
 
Çalakiya rûniştinê ya dayikên girtiyan ji hêla polîsan ve hat dorpêçkirin. Li ser navê dayikan Nejla Kocaman axivî û diyar kir ku rewşa girtiyên ku ketine greva birçîbûnê hatiye asta herî krîtîk û wiha got: "Divê hikûmet demildest gav bavêje." Piştî çalakiya rûniştinê dayikên girtiyan berê xwe dan avahiya Rêxistina HDP'a Edeneyê.