Dayik li meclîsê disekinin: Heta em muhatab nebînin em venagerin

  • 10:30 16 Gulan 2019
  • Rojane
Habibe Eren 
 
ENQERE - Dayikên girtiyan ên ku ji bo zarokên xwe yên di grevê de ne ev 3 roj in li meclîsê ne gotin:"Heta em muhatab nebînin û heta çareserî neyê dîtin, em venagerin."
 
Dayikên girtiyên ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di grevê de ne ev 3 roj in li meclîsê ne. Dayik daxwaz dikin ku bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê pêk bînin û bang kir ku hemû kes grevên birçîbûnê têxin rojeva xwe. 
 
'Heta tecrîd bi dawî bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin'
 
Zarokê Nafya Yigit a ku ji Amedê çûye Enqereyê, Fethullah Yigit ji 1'ê Adarê heta niha li Girtîgeha Bandirmayê di grevê de ye û ev  sal in girtîye. Nafya got:" Heta tecrîd bi dawî bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em dayik in û em ê piştgiriyê bidin têkoşîna zarokên xwe. Ne sibeha me ne jî şeva me heye. Ji ber grevên birçîbûnê cenazeyekî din jî derkeve dewletê bibêje çi? Heta ku mirin çê nebûye bila daxwaz bên cih. "
 
'Heta ku em encamê negirin em ê li gel zarokên xwe bin'
 
Ayşe Alici anî ziman ku lawê wê Tarik Alici ev 4 sali in li Girtîgeha Balikesirê de tê girtin û got:"Em dibêjin bila êdî dayik negirîn. Mixabin guh nadin daxwazên me. Lê em ê dev ji têkoşîna xwe ya li qadan bernedin. Heta ku em encamê negirin em ê li gel zarokên xwe bin"
 
'Çi dibe bila bibe em ê her li ser piya bin'
 
Şukriye Dogan diyar kir ku kurê wê Cengiz Dogan ev 20 sal in di girtîgehê de ye û wiha got:"Kurê min 15 kîlo daye. Çi dibe bila bibe em ê her li ser piya bin. Em ê li gel zarokên xwe bin. Heger ji derve piştgiriyak pir mezin ji bo çalakiyên grevên birçîbûnê hebûya ew ê îro rewş cuda ba. Av, lîmon, xwê nadin girtiyan. Wan dixin hucreyên yekkesî. Divê em hemû bi hev re xwedî li çalakiya grevên birçîbûnê derkevin."
 
'Ji bo em bibin dengê çalakgerên di grevê de ne em hatin Enqereyê'
 
Gulîstan Teymûr anî ziman ku  keça wê Leyla Teymûr, li Girtîgeha Girtî ya Jinê ya Tersûsê di grevê de ye û wiha got:"Ji bo em bibin dengê çalakgerên di grevê de ne em hatin Enqereyê. Ev 3 meh in em nikarin biçin hevdîtina keça xwe. Em tenê ji bo zarokên xwe tênakoşin. Em ji bo hemû  Kurdan û ji bo gelên din jî li berxwe didin. Heta ku çareserî neyê dîtin em ji vir naçin. Heger cenaze ji girtîgehan derkeve em ê dinyayê li ser serê wan xera bikin."
 
'Bila tecrîd bi dawî bibe'
 
Dayika girtiyê bi navê Cahit Abukan ê ku li Girtîgeha Bandirma ev 20 sal in girtîye, Guzel Abukan got:"Bila tecrîd bi dawî bibe. Erdogan ev 16 sal in îktidar e lê hîn tu çareserî nedîtiye."