Ji Sîbel Akdenîz ji bo Gurbet Ektîren name: Her çalakî serkeftinê nêztir dike

  • 09:25 16 Gulan 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Girtiya bi navê Sîbel Akdenîz, ji bo Gurbet Ektîren a li mala xwe di çalakiya greva birçîbûnê de ye, nameyek nivîsî û got: “Em kesên ku fêrî jiyaneke tecrîdkirî nebûne. Her çalakî wê serkeftinê nêztir bike. Tenê tiştek heye ku divê her kes vê neçalakbûyinê ji ser xwe bavêje.”
 
Çalakiyên greva birçîbûnê yên bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li hemû girtîgehên herêmê û Tirkiyeyê hatin destpêkirin didomin. Niha li girtîgehan 30 girtî di rojiya mirinê de ne. Her wiha girtiyên li girtîgehan di grevê de bûn û hatine tahliyekirin jî li malên xwe grevê didomînin. Gurbet Ektîren di 15’ê Çilede li girtîgeha Bakirkoyê dest bi grevê kiribû û di 8’ê Adarê de hatibû berdan. Gurbet niha li mala xwe ya li Dêrikê çalakiya xwe didomîne.
 
Gurbet di roja 122’emîn a çalakiya xwe de ye û ji her derê ji bo wê peyamên piştgiriyê tên. Sîbel Akdenîz a li girtîgeha Tîpa T ya Qeyseriyê girtiye û ji 5’ê Çile de ye di grevê de ye di rojên borî de ji bo Gurbetê peyamek şand.
 
Sîbelê di nameya xwe ya ji girtîgehê ji bo Gurbetê şand de wiha got: 
 
“Berxwedana te bi hezkirin û coşek mezin silav dikim. Hevala Gurbet, di alî bilindbûna coş, moral û kelecana te de tu gumana min tune ye. Rêhevala min, em li hundir tu li derve berxwe didin. Em her roja roj wek roja biharê wek roja bexwedanê qebûl dikin û wisa tevlî temenê xwe dikin. Niha dilê me hezaran hevalî ji bo heman armancê davêje. Em çûyîna di şopa Kemal Pîran de serbilindiyek mez dibînin. Her çalakî serkeftinê nêztir dike. Tenê bila her kes vê neçalakbûyinê ji ser xwe bavêje.”
 
‘Em kesên ku fêrî jiyanek tecrîdkirî nebûne’
 
Em kesên dixebitin, kedê didine. Em fêrî jiyanek tecrîdkirî nebûne. Yên ku şewata azadiyê dilê wan de heye, nikarin tecrîdê qebûl bikin. Tecrîd her diçe dijwartir li ser civakê jî pêk tê. Heval Gurbet di giştî di mijara pêvajoyê de em xwedî heman hişmendî, hest û kûrbûnê de ne. Ez naxwazim te zêde biwestînim.
 
‘Em hewl didin rihê pêvajoyê bi dest bixin’
 
Rêhevala min a xweşik, çavê me, guhê me, dilê me hemûyan li pêvajoyê ye. Çavê me hemûyan li tenduristya Leyla, Nasir û koma ewil e. Bêguman em hemû hewl didin pêvajoyê bi dest bixin. Ne tu tenê ye ne jî em. Em agahiyên te digirin. Hewldan û keda te me bi bandor dike. Coş, biryar û moralê bandor li me dike.”