Xebatên şaredariyên dost, wek xizmeta qeyûm hat nîşandan

  • 09:16 16 Gulan 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Şaredariya Dêrikê di hilbijartinên 31’ê Adarê de ji qeyûm hat girtin. Piştî şaredarî hat girtin, pirsgirêkan jî rû da. Derket holê ku 450 hezar TL lêçûna parka ji aliyê şaredariya Kocaeliyê ya bi şaredariya Dêrikê re dost e, hatiye çêkirin, weke ji qaseya şaredariya Dêrikê hatiye derxistin nîşan dane.
 
Li navçeya Dêrik a Mêrdînê di hilbijartinê herêmî yên 31’ê Adarê de HDP bi ser ket û şaredarî girt. Lê pirsgirêka şaredariyên ji qeyûm hatine girtin bi dawî nabin. Şaredariya ku bi mîlyonan deyn jê re hatiye hiştin, qaseya wê hatiye valakirin, li lêçûnên dema qeyûm hatine kirin jî yên nû tên zêdekirin. Di dema qeyûm de çêkirina 8 parkan bi giştî wek mîlyonek û 408 hezar û 805 TL derbasî qeydan bûn.
 
Xebatên şaredariya dost jî wek a qeyûm hat nîşandan
 
Yek ji van parkan parka ‘Şehîd Cerdevan Nurî Dînç’ e. Li gorî qeydan ev park ji aliyê şaredariya dost a Kocaeliyê ve hatiye çêkirin. 450 hezar TL lêçûna vê parqê jî weke ji qaseya şaredariya Dêrikê derketiye hat nîşandan. Park ji qadek lîstik û werzîşê pêk tê, li her derê parqê amblema Şaredariya Kocaeliyê heye. Her wiha xebatkarên şaredariyê yên li parqê dixebitin jî diyar kirin ku park ji aliyê şaredariya Dêrikê ve nehatiye çêkirin.