‘Em ê rê nedin kuştinên jinan’
- 09:14 16 Gulan 2019
- Rojane
Semer El Esed/Necah Meîş
HESEKÊ - Di derbarê bûyerê qetilkirina jinan de jinên Hesekê gorin : "Em parêzvanê jinan in. Bila hemû jinên rastî şidetê tên serî li navenda Kongra Star bidin. Em ê li wan xwedî derkevin û biparêzin. "
Di van rojên dawî de li navend û derdora Hesekê kuştinên jinan ên kiryar ne diyar in di rojevê de ne. Tevgera Kongra Star jî girêdayî mijarê daxuyanî da û diyar kir ku ew ê şopdarê bûyerên diqewimin bin. Jinên bajarê Hesekê di derbarê tundî û zilma li ser jinê dom dike de axivîn.
Hevseroka Rêveberiya bajarê Hesekê Civîn Remo bi bîr xist ku gelek bê mafî di derheqê jinan tê kirin û wiha got: “Gelek jin ji ber îşkenceya malbatê û gotinên civakê xwe neçar dibînin û xwe dikujin. Em soz didin jinan biparêzin û asta berxwdanê hîn mezin bikin."
‘Bila jin serî li Kongra Star bidin’
Endama Rêveberiya Kongreya Star a bajarê Hesekê Rîma Mehumûd jî diyar kir ku weke tevgera jinê ew ê van qetilkirinên jinan nepejirînin û wiha pê de çû : " Em weke sîwan û sitara her jinê ne. Ev 8 salê şoreşê ye ku jin gihaştiye astek bilind, jin di her warî de tevlî kar bûye. Armanca me jî ji bo ku jin negihêje asta xwe bikûje, ji pirsgirêkên wan re çareserî peyda kirine. Em li bendêne hem jinên dikevin tengaviyan bila serî li navendên Kongra Star bidin û pirsgirêkên xwe bînin ziman. Em ê hewil bidin her dem wan biparêzin û li wan xwedî derkevin. "
‘Hamleya bi pêşengiya Rêxistina Sara’
Endama Kongreya Star a bajarê Hesekê Şêrîn Oso jî da zanîn ku bûyerên kuştina jinan her diçe zêde dibe û wiha berdawam kir: “Her diçe bûyerê qetilkirina jina zêde dibe. Ji bo dawî anîna qetilkirinên jinan, me hemleyek dest pê kiriye. Pêşengtiya wê rêxistina Sara dike, ji bo pirsgirêkên jina çareser bike û mafê jinê pê bide naskirin. "