Komîteya Tendirustiyê ya Şengalê ji bo pewîsteyên civakê bang kir
- 14:44 15 Gulan 2019
- Rojane
ŞENGAL - Komîteya Tendirustiyê ya Şengalê, têkildarî girtina Korîdora Mirovan a navbera Şengal û Rojavayê Kurdistanê de, daxuyanyek nivîskî da û di serî de bang li Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê û saziyên peywirdar kir ku pirsgirêkên wan ên pêwîstiyên tenduristiyê çareser bikin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku eger Korîdora Mirovahiyê neyê vekirin wê nikaribin xizmetê ji bo gel bikin.
Ji 15'ê Kanûnê de korîdora Miroviyê ya Navbera Şengal û Rojavayê Kurdistanê de ji aliyê rayedarên Artêşa Îraqê ve hatiya girtin û rê li ber pêwîstiyên mirovî tê girtin. Her wiha rêya nexweşxaneyê jî tê girtin. Têkildarî mijarê de Komîteya Tendirustiyê ya Şengalê li ser girtina korîdorê û nebûna dermanan daxuyeniyek nivîskî da û bang li cihên berpirsiyar kir ku ji bo karibin xizmetê ji bo gel dewam bikin pirsgirêka wan ya nebûna derman çareser bikin.
Daxuyaniya Komîteya Tendirustiyê ya Şengal’ê wiha ye:
"Wek tê zanîn em wek Komîta Tendirûstî a Şengalê ku wek sazyek bi ser Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê tên naskirin, ji destpêka fermana 3'ê Tebxa 2014'an heya niha dixebitin. Bi hevkariya Heyva Sor a Kurd a Rojava, xizmetê pêşkêşî gelê xwe dikin û nexweşiyên wan heya astekê çareser dikin, li piraniya heremên ku gel vegeyayî, nexweşxaneyên me hene, bê ku tu pere ji gel werbigirin. Li gor derfetên xwe, heya niha jî, em pirsgirêkên tendirûstî yên gel çareser dikirin.
Piştî 15'ê Kanûnê ku Korîdora navbera Rojava û Şengalê ji aliyê Radeyedarên Artêşa Îraqê ve hatî girtin, destek dayîna ku me ji Heyîva Sor digirtin, niha nagihêje destê me, û ji ber wê jî wek tê xwestin em nikarin, xizmetê ji bo gel bikin her diçe derman û pêwîstiyên Tendirûstiyê zêdetir dibin. Divê korîdor bê vekirin da ku em pêwistiyên mirovî bînin cih."