Komîteya Tendirustiyê ya Şengalê ji bo pewîsteyên civakê bang kir 2019-05-15 14:44:44   ŞENGAL - Komîteya  Tendirustiyê ya Şengalê, têkildarî  girtina Korîdora Mirovan a navbera Şengal û Rojavayê Kurdistanê de, daxuyanyek nivîskî da û di serî de bang li Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê û saziyên peywirdar kir ku pirsgirêkên wan ên pêwîstiyên tenduristiyê çareser bikin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku eger Korîdora Mirovahiyê neyê vekirin wê nikaribin xizmetê ji bo gel  bikin.      Ji 15'ê Kanûnê de korîdora Miroviyê  ya Navbera Şengal û Rojavayê Kurdistanê de ji aliyê rayedarên Artêşa Îraqê ve hatiya girtin û rê li ber pêwîstiyên mirovî tê girtin. Her wiha rêya nexweşxaneyê jî tê girtin. Têkildarî mijarê de Komîteya Tendirustiyê  ya Şengalê li ser girtina korîdorê û nebûna dermanan daxuyeniyek nivîskî da û bang li cihên berpirsiyar kir ku ji bo karibin xizmetê ji bo gel dewam bikin pirsgirêka wan ya nebûna derman çareser bikin.   Daxuyaniya Komîteya Tendirustiyê ya Şengal’ê wiha ye:   "Wek tê zanîn em wek Komîta Tendirûstî a Şengalê ku wek sazyek bi ser Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê tên naskirin, ji destpêka fermana 3'ê Tebxa 2014'an heya niha dixebitin. Bi hevkariya Heyva Sor a Kurd a Rojava, xizmetê pêşkêşî  gelê xwe dikin û nexweşiyên wan heya astekê çareser dikin, li piraniya heremên ku gel vegeyayî, nexweşxaneyên me hene, bê ku tu pere ji gel werbigirin. Li gor derfetên xwe, heya niha jî, em pirsgirêkên tendirûstî yên  gel çareser dikirin.    Piştî 15'ê Kanûnê ku Korîdora navbera Rojava û Şengalê ji aliyê Radeyedarên  Artêşa Îraqê  ve hatî girtin,  destek dayîna ku me ji Heyîva Sor digirtin, niha nagihêje destê me, û ji ber wê jî wek tê xwestin em  nikarin, xizmetê ji bo gel bikin her diçe derman û pêwîstiyên Tendirûstiyê zêdetir dibin. Divê korîdor bê vekirin da ku em pêwistiyên mirovî bînin cih."