‘Çareseriya rizandinê di gotin û çalakiya jinan de veşartiye’
- 09:02 2 Mijdar 2024
- Rojane
Melîke Aydin
AYDIN - Binpêkirinên mafan û tundiya li ser jinê rizandina civakî ya li Tirkiyeyê nîşan dide. Nûnera EŞÎK’ê Gulnu Akspo der barê mijarê de axivî û got: “Di civakek wekhev, azad û bê tundî de divê jin dengê xwe bilind bikin. Pitşevaniya jinê li dijî krîzên civakî berxwedana herî xurt e.”
Salên dawî de li Tirkiyeyê binpêkirinên mafan yên li hember jin û zarokan zêde bûne. Demên dawî de tundiya li ser jinan zêde bûye û demek kurt de ev ji rojevê dikeve. Vê jî nîqaşên krîza sosyokulturel û exlaqî ji nûve anî rojevê. Binpêkirinên mafan û tundiya li ser jinê rizandina civakî ya li Tirkiyeyê nîşan dide.
Nûnera Platforma Ji bo Jinan Wekhevî (EŞÎK) Gulnur Aksop der barê mijarê de ji JINNEWS’ê re axivî. Gulnurê da zanîn ku rejîma yek mêrî ya bi rêbaza rêveberiya otorîter û nirxên kapîtalîst bi teşe dibe, sazbûna exlaqî ya di civakê de qels kiriye û saziyan bandora xwe winda kiriye. Gulnurê got wê bi pêşengiya jinan civakek wekhev, azad û ji tundiyê paqij bûye bê avakirin û got divê jin hîn bêtir têbikoşin.
‘Têkçûna exlaqî û di saziyên dewletê de rizandin’
Gulnurê da zanîn ku li Edenê rojekê de 6 jin hatine qetilkirin, rojên borî de du mêran hewl daye li kolanê destdirêjiyê li jinekê bikin û got: “Li Stenbolê nav nîv saetê de du jin bi îşkenceyê hatin qetilkirin.Li Defne ya Hateyê bi rojane jinek li dijî birîna darên zeytûnan bi tena serê xwe têdikoşe. Li vî welatî em fêr bûn ku çeteyekî bebekên yenîdogan heye. Ev çete li Stenbolê bû sedema mirina 12 bebekan. Gelek nexweşxaneyên taybet hevkarên van cînayetan e. Ev çete tenê SGK’ê naşêlîne. Di sektora kozmetîk û neqla organan de jî xwîna bebekan bi kar tîne. Di qada aborî, tenduristî û civakî de têkçûnek heye.”
‘Jin dengê xwe bilind bikin’
Gulnurê di axaftina xwe de da zanîn vê têkçûnê bandor li her alî kiriye û wiha domand: “Bêhêvîtî, tundî, cînayet, întîxar, talan, hevkariya derewan û her wekê din. Di van şerdan de canê kê bişewite ew deng derdixe. Ev deng jî tên binpêkirin. Divê jin gotina xwe bêjin û çalakiyên xwe bidomînin. Divê em li dijî vê bisekinin û ji vê têkçûnê re bêjin êdî bes e. Îradeyek jiyana azad, wekhev û bê tundî encax jin dikarin nîşan bidin û jiyanek azad biafirînin.”