ROJEVA 13'Ê GULANA 2019'AN
- 09:00 13 Gulan 2019
- Rojev
*Endama Tora Parastina Jinan Ozge Çingay Kabadayi destnîşan kir ku êrîşa zayendî ya li dijî zarokan di 10 salên dawî de zêde bûye û got divê li dijî vê êrîşê li her taxê yekîneyek bê avakirin. BI DÎMEN
*Duyemîn hevdîtina Rojava ya hûnera Şêwekariyê di roja xwe ya sêyemîn de bi serdana gelê ji Girê Spî berdewam kir.
*Jina bi navê Muslîme Kalkan a ku di 9’ê Cotmeha 2018’an de bi hinceta “Endamtiya rêxistinê” ji aliyê polîsan ve hatibû binçavankirin û piştre jî hatibû girtin di 7’ê Nîsanê de hat tahliyekirin. Muslîme, anî ziman ku girtiyên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi çalakiya grevên birçîbûnê ya bêdem û dorveher kirine rewşa wan gelek giran e. Muslîme, bang li dewletê kir ku demildest gav bê avêtin û wiha got: “Em bang dikin ku bila hemû gel rabe ser piyan û bêdeng nemîne.” BI DÎMEN
* Li Kerboran a Mêrdînê wesayîta zirxî dema manevra dikir li Suphiye Yakut ket û bi giranî birîndar kir. Der barê ajokarê wesayîta zirxî, polîs de rapora Emniyetê hat amadekirin û hat îdiakirin ku ‘qisûra talî’ heye. Doza ku du rûniştinê wê pêk hatin, parêzeran diyar kirin ku dema mirov li bûyerê dinêrin tê dîtin ku ‘qesta ku qisûr derbas dike’ heye û got divê raporek der barê qisûr de bê girtin.
*Qeyûmê tayînî şaredariya Bêgiriyê ya Wanê bû bi mîlyonan lîrayî di bin navê restorasyon û peyzajê de Sûlava Bêgiriyê pêşkêşî şîrketan kiribûn. Şîrketên ku li Sûlava Bêgiriyê hilweşîn dikirin, bêyî projeyê temam bikin ji holê winda bûn. Şaredariya HDP’î ku xebatên li sûlavê tên kirin kir rapor û ji ber muxatab nedîtin, neçar man projeyê yek alî fes bikin. DÎMEN HEYE
*Nawmujdan a di heyeta ku ji Herêma Federal a Kurdistanê hatin serdana Leyla Guven de cih digirt, diyar kir ku divê gelê Kurd li her derê bi hev re têbikoşin û got: “Em li her çar parçeyê Kurdistanê van pirsgirêkan dibînin. Em di bin zextên pergalê de dimînin. Ji ber vê divê em Kurd dest bidin hev. Serkeftin wisa pêkan e.”DÎMEN HEYE
*Jiyan Ay a li dijî tecrîdê ji 1’ê Adarê de ye di greva birçîbûnê de ye û di vê pêvajoyê de daket 35 kîloyan, rewşa wê ne baş e. Dayika wê Ayhan Ay wiha got: “Bi wê re nexweşiya helîna hestiyan heye. 3 mehan cezayê ragihandinê danê. Em agahiyê jê nagirin. Bi parêzeran re hevdîtinê nikare bike. Divê em van zarokên ku ji bo jiyanek xweş têdikoşin, bidin jiyîn.”DÎMEN HEYE
* Hevşaredara Sûrê Fîlîz Buluttekîn diyar kir ku pêkanîna alava X-Ray û kulubeya polîsan, di bin navê ‘parastinê’ de tê wateya dagirkirina şaredariyan û wiha got: “Çavên gel ditirsînin û dibêjin ‘Binêrin em hîna li vir in’. Gelê me kengê bixwaze wê bikeve van avahiyan. Ji bo vê wê ji AKP’ê destur negirin.”
*Jinên Hesekê ji bo piştgiriya dayikên Bakur wê dest bi çalakiyan bikin. Jinên Hesekê derbarê vê yekê de nêrînên xwe anîn ziman û gotin:"Ev tiştê ku polîs li ser dayikê me dikin şermek mezin e. Ji bo kesên bêdeng dimînin jî ev şermek mezin e. Divê em wan dîmenan ji bîr nekin û ser de derbas nebin. Ew çawa dikarin wiha li dayikên me bikin? Em hemû şagirtên Leyla Guven in û heta dawiyê em ê bi hevalên xwe yên ketine gireva birçîbûnê re têkoşîn bikin."DÎMEN HEYE