Ciwanan teqez kirin ku dê tecrîdê bişkînin
- 14:10 12 Gulan 2019
- Rojane
KOBANÊ - Bi dirûşma "Tecrîdê bişkînin,faşizmê hilweşînin, Rêbertî azad bikin" bi pêşengtiya tevgera ciwanên şoreşger ya Sûriyê meşeke bi meşaleyan li Kobanê hat li darxistin.
Bi amadebûna bi dehan Yektiya Jinin Ciwan (YJC) û Tevgera Ciwanên Şoreşger ya Sûriyê, bi armanca pişgiriya greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Heveroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê Leyla Guven de berxwedaniya xwe ya ji bo şikandina tecrîda giran li ser Rêberê PKK'ê Abdulah Ocelan berdewam dike.
Ciwan li pêşiya Parka Ş.Fatma kom bûn. Di meşê de alên Yekitiya Jinên Ciwan, Tevgera Ciwanên Şoreşger ya Suriyê û wêneyên Rêberê PKK'ê Abdulah Ocelan û bi agirê meşaleyan. Ciwanan di meşa li dar xistin de bê navber dirûşmên "Bijî berxwedana Leyla Guven", "Bijî berxwedana zindanan" û "Bimre faşizim û dagirkerî." berz kirin.