Li Mexmûrê koma nûh çalakî dewer girt
- 12:03 12 Gulan 2019
- Rojane
MEXMUR -Ji 16'ê kanuna 2018 de li wergiya Penaberan a Şehîd Rostem Cudî (Mexmur) çalakiya gireva birçîbûnê ya bêdem û bê dorveger bi biryardariyeke mezin didome û îro koma 50'emîn çalaki dewir girt. Çaşalgeram diyar kir ku hata dawî li vê tecrîdê neyinin wê berxwedana wan berdewa bike. mezinin.
Ji bo bi dawî kirina tecirida li ser Rêberê PKK'ê Abdilha Ocelan bi pêşnigitiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk(KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyle Guven çalakiyên gireva birçîbûnê hatibûn despêkirin û her roja ku derbas dibe pişgiriya ji bo vê çalakiyê zêdetir dibe. Ji 16 kanuna 2018 an de li wergiha Penaberan a Şehîd Rostem Cudî (Mexmur) çalakiyên girva biçîbûnê yên dorveger didomin. Çalakiya ku li Mexmûrê berdewam dike ji aliyê Koma 50'emîn ve hat dewergitin.
Îro berî koma 50'emîn çalakiyê dewir bigire ji bo tekoşerên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Li ser navê çalakvanên koma 49'emîn jina bi nav Azize Teymor axivî û got: "Di serî de xêr hatina we hemuyan dikim, di kesayeta hevala Mizgîn de hemu Şehîdên maha Gulanê bi bîr timim û bejina xwe li ber bîraninê wan di tewim. Dijimin nikare vina me bişikine ji ber ku em xwedî îradeyek mezinin. Di sala 1990 de dijimin gelek gundên me şawitandin zarokên me kuştin û kirin bin çavan lê disa me serî ji dijimin re netewand. Em vê berxwedan ku bi pêşengitiya hevala Leyle Guven, Nasir û Fadîle yan despê kirî em silav û pîroz dikin. Bi vê berxwedana ku her diçe berfereh dibe wê serkeftin ya me be."
'Wê berxwedan bi ser bikeve'
Çalakvan Azize Teymor di dawiya axiftinê xwe de weha got: " Dayikên ku ji bo zarokên xwe diçin ber deryê zindan polis pir dijwar êrişî wan dike. Bi teybet ew jinên poilîs ku wisa dayikan bi adrêre kaşdikin ez wan şermezar dikim. Bila ji xwe şerm bikin. Mirov ji bo hovîtiya wan çi beje kêm dimîne. Di dawî de ez carek din berxwena wan dayik û hevalên di çalekiyan de silav dikim."
Çalakî ji aliyê koma 50'emîn ve bi duruşma, "Bijî berxwedana zinadan" û "Bê Serok jiyan nebe" bi dawî bû.